Menu
Selika Min

ŞEW NIYE XEWNTAN PÊWE NEBÎNIM ( ŞEV NÎNE HÛN NEYÊNE XEWNA MIN )

ŞEW NIYE XEWNTAN PÊWE NEBÎNIM ( ŞEV NÎNE HÛN NEYÊNE XEWNA MIN )
-27 %

Naverok

JI PÊŞGOTINA PIRTÛKÊ...

 

"Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê.

 

Herwekî berga yekem di vê bergê de jî deqên soranî û kurmancî pêşî ji aliyê mamosta Peşêw ve û paşê jî ji aliyê kek Nasih Husên Silêman ve hatine kontrolkirin. Herî dawî deqa kurmancî ji aliyê edîtorê vê xebatê Remezan Alan ve hatiye xwendin. Ji ber vê xwendina wan a hûr û hêja ez sipasiya wan dikim û keda wan bi bîr tînim.

Hêjayî gotinê ye beşek ji van helbestên Peşêw berî min ji aliyê Husein Muhemmed ve hatine kurmancîkirin û divê ez keda wî jî bi bîr bînim. Lê cara yekem e ku hemû helbestên Peşêw bi latînîkirina deqên resen û kurmanciya wan ji bo xwendevanên kurmancî tên pêşkêşkirin û ji ber ku ev xizmet kete para min ez gelek kêfxweş im.

Xwendevan di vê bergê de dê rastî wan helbestên Abdulla Peşêw bên ku di lûtkeya afirîneriyê de hatine nivîsîn û xwediyê xwe gihandiye bandeva hunera helbestê. Bi taybetî helbestên Eger Em Care Bêmewe, Lew Rojewe Legellma Nît, Bo Qerecêk, Mezad, Sedan Sall e, Tirs, Ta Çiray Ême Nesûtê û çend helbestên din dengê efsûnî yê Peşêw di dil û hişê mirov de diteqînin û mohreke mayînde li ser ruhê mirov dihêlin. Ji ber vê ye ku navê Peşêw çend sêhra peyvê û çêja gotinê bi bîr bîne ew çend jî amaje bi teqîn û dengvedanê dike."

ŞEW NIYE XEWNTAN PÊWE NEBÎNIM ( ŞEV NÎNE HÛN NEYÊNE XEWNA MIN )
Pirtûk
Weşanxane Peywend
Navê Pirtûkê ŞEW NIYE XEWNTAN PÊWE NEBÎNIM ( ŞEV NÎNE HÛN NEYÊNE XEWNA MIN )
Nivîskar Abdulla PEŞÊW Kurmancîkirin: Zülküf Ergün
Hejmara Rûpelan 496
Ziman Kurmanci
Sala Çapa Ewil 2019
Dîroka Çapê 2019

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
36.50 TL
50.00 TL
  • Stok: Di stokê
Rêjeya Temaşekirinê: 1730

Parve bike