Menu
Selika Min

Baxê Îrem

Baxê Îrem
-30 %

Naverok

Kurte

Latînîzekirin û amadekar: M. Zahir Ertekin

Baxê Îrem 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji şi’rên wan nimûneyan berpêş dike. Her wiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne. Em bi vê berhemê haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê ev şai’r nedihatine zanîn. Bi vê pirtûkê xuya ye ku wê rewş û dîroka edebîyat kurdî ya kurmancî bête gorîn. Lewra berê, me dizanî ku piştî Eliyê Herîrî yekem helbestvanê kurdîya kurmancî Melayê Cizîrî ye. Lê piştî vê xebata hêja em dibînin ku Mela Mehmûdê ku bi nasnavê Hemîdî tête zanîn, beriya Melayê Cizîrî helbest nivîsîye.

 

Helbestvanên ku di vê berhemê de cih girtine ev in:

Mela Mehmûd (Hemîdî), Mîr ‘Îmaduddînê Hekkarî (Sebûrî), Mela Remezanê Ebbasî, Lexer, Axayokê Bêdarî, Sadiqê Amêdî, Muradxanê Bayezîdî û Macin, Mun’imî, Ze’îfî, Mela Husên, Nesîmî, Hacî, Sewdayî, Cudayî, Mîna, Qani, Biharî, Bazelî, Ehmedê Katibê Qubad Begê, Derdî, Mela Îbrahîmê Katûnî, Muhemmed Teyyar Paşa (Xerîbî), Xiyasî, Mela Mihemedê Pîzanî, Mihemedê Qoşlî,Yûsifê Terxan, Şêx ‘Ebdulqadirê Xanî, Ebdullahê Mexribî,Durefşanî, Mela Meqsûd (Esamî), Taha, Mela Mihemedê Soçî yê Baneyî, Sibxetullah, Mela Muhemmedê Xanî (Şewqî)

 

Baxê Îrem
Pirtûk
Weşanxane Dara
Navê Pirtûkê Baxê Îrem
Amadekar M. Zahir Ertekîn
Nivîskar Tehsîn Îbrahîm Doskî
Hejmara Rûpelan 264
Ziman Kurdî
Ebat 13,50 x 21,00 (cm)
Dîroka Çapê Sibat, 2020
ISBN 978-605-69995-0-5

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
23.80 TL
34.00 TL
Pûanê hewcekirî: 4070
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 74
Rêjeya Temaşekirinê: 1169

Parve bike