Menu
Selika Min

Demsala Nan

Demsala Nan
-35 %

Naverok

Kurte

Dervîşîyan bi Demsala Nan dixwaze nûciwanîya Eşref raberî me bike. Eşref, Ekber û Esxer her sê birayên bi hev re mezinbûyî, di Demsala Nan de jî silavê li me dikin. Eşref her çiqas derbasî lîseyê bûbe jî hêj bi Ekber û Esxer re zarok, bi ruhê xwe re jî nûciwanekî aşiq, serhildêr, dilsoz û bê tirs e. Pêlên hez û evînê, pêlên fikr û ponijînê ji dil û aqilê Eşref dernayên di Demsala Nan de. Ew geh dibe evîndar, geh dibe şoreşvan, geh dibe hevalê Ekber û Esxer, geh dibe hevxemê dêya xwe. Eşref çiqas ji bavê xwe dûr e, hewqas jî nêzî dayîka xwe ye bi hest û gîyanê xwe mîna gelek nûciwanên Kurdan… Dê ji bo Eşref zarokatî ye, bav jî temenmezinî ango mezinatî…

Eşref nûciwanek e di navbera her duyan de, xwe ji hembêza bav bêtir davêje pêşa dê. Eşref bo me carinan behsa eşqa yekem û hîsa wê dike ku hema hema herkesî vê bi şikilekî tamijandiye û gelek caran jî veşartiye. Carinan behsa hesta mezinbûnê dike piştî ku bavê wî ji ber qaçaxçîtîyê tê girtin.

Esil gelek zarok, bi taybetî yên Kurdan weku Eşref zû mezin dibin. Carinan hêj nagihêjin tahma azadîya zarokatîyê, tu hew dinêrî tofanek bi ser wan de hatiye û êdî ew mecbûr in bikevin şûna bavê xwe. Eşref jî wisa ye di Demsala Nan de. Çi di Abşûranê çi jî di Demsala Nan de Dervîşiyan şêwaza xwe ya mîzahî jî nîşanî me dide. Ew jî baş dizane ku mîzah û rexne destebirakên hev in. Piranîya rexneyên wî yên ku bi çav û zimanê Eşref radigihîne me di nav hêma, metafor û honakên mîzahî de veşartî ne. Lê ne mîzaheke çêkirî… Mîzaheke heyî, mîzaheke realîst e ev.

Demsala Nan
Pirtûk
Weşanxane Nûbihar
Navê Pirtûkê Demsala Nan
Nivîskar Elî Eşref Dervîşiyan
Wergêr Zülküf Ergün
Hejmara Rûpelan 104
Ziman Kürtçe (Kurmancî)
Ebat 11.50 x 18.00 (cm)
Dîroka Çapê 2021
ISBN 978-625-73830-4-2

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
9.10 TL
14.00 TL
Pûanê hewcekirî: 252
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 26
Rêjeya Temaşekirinê: 5

Parve bike

Etiketler: demsala , nan , romanên , nûciwanan , nûbihar