Menu
Selika Min

Dewleta Cıhûyan

Dewleta Cıhûyan
-25 %

Naverok

Kurte

“Paşê ji nişka ve bager rabû. Ewr belav bûn. Birûsk veda. Ronahiyê da ser wî. Di heman demê de di bin hezar bandoran de mabû -tesewireke dewasa. Nikaribû bifikire; nikaribû tevbigere; tenê dikaribû binivîse; bêhnçikiyayî, bêyî ku li ser bifikire, bi xwe nikaribû an nikaribû behreya xwe ya rexnekirinê biemilîne ku rê li ber teqînê negre, li ser parçeyên kaxizê dinivîsand -dema dimeşiya, dema li ser piyan bû, xwedirêjkirî, li kolanê, li ser maseyê, bi şev- mîna ku bênavber emir jê re were. Ew çemê fikrên wî ewqas bi hêrs ji wî derdiket ku tirsiya hişê xwe winda bike. Ew li ser wê fikrê nedixebitî. Fikir li ser wî dixebitî. Ji serî heta dawî bi sedeman nehatiba ravekirin, wê bibûya halisulasyon.”

 

Alex Bein

 

Herzl, Dewleta Cihûyan bi kelegermiyeke bêhizûr nivîsand. Sernava efsûnî ne tenê bi awayekî berfireh bala rewşenbîrên wê rojê kişand, kir ku cihû ji getoyên xwe derkevin û li ser rabirdû û qedera xwe bifikirin. Bi wan da hîskirin, dinyayek heye dibe ku wê ji bo doza xwe, ku heta niha ji biyaniyan re qal nedikirin, bi aliyê xwe ve bikşînin. Bi saya Herzl, cihû hîn bûn ji encamên tevgereke navneteweyî netirsin di daxwazkirina azadiya xwe ya neteweyî de. Piştî vê, bi rihetî qala Kongreya Siyonîst, fonên neteweyî, dibistanên neteweyî, al û sirûdeke neteweyî, û xilaskirina axa xwe kirin. Rûhê wan hat rizgarkirin û di warê fikrî de êdî di getoyan de nejiyan. Herzl ew fêr kirin ku xwe di quncikan de veneşêrin. Di Kongreya Yekemîn de got, “Tiştekî em bi dizî, bi midaxeleyên veşartî an rêbazên neyekser bikin tuneye. Em dixwazin meseleyê deynin holê û têxin bin kontrola raya giştî ya azad.” Ji niha şûn de cihû wê hokerên çalak bûna di doza xwe de û, ger bixwazin, tişta jê re digotin Dewleta Cihûyan wê êdî ne xewn lê realîte bûya.

Dewleta Cıhûyan
Pirtûk
Weşanxane Avesta
Ebat 13,0 x 19.5 cm
Navê Pirtûkê Dewleta Cıhûyan
Yazar Theodor Herzl
Wergêr Fahriye Adsay
Hejmara Rûpelan 152
Ziman Kurdi
Dîroka Çapê 2021-01
ISBN 978-625-7253-15-4

Şîrove bike

Nîşe: Venaguheze HTML' yê!
Xirab Baş
52.50 TL
70.00 TL
Pûanê hewcekirî: 3200
  • Stok: Di stokê
  • Pûanê Qezençkirî: 62
Rêjeya Temaşekirinê: 773

Parve bike