13 - Sireke hezar salî

%24Daşikandin
304,00 TL
400,00 TL
Category
Stock Code
bijare3129
Yazar
Ikram Balekanî
Sayfa Sayısı
362
Kitap Adı
13 - Sireke hezar salî
Dili
Kurdî
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
2024
Price
400,00 TL + VAT
Kurte

“Marîn keçeke ciwan e û li Ingilistanê mezin bûye. Dema ew 13 salî bûye, dayîk û babê wê jê re li bankeyê sandoqekê kirê dikin û emanetekî tê de vedişêrin. Heta nebe 18 salî, banke deriyê sandoqê jê re venake.

 

Dema Marîn dibe 18 salî diçe emanetxaneya bankê, emaneta dayîk û babê xwe digre. Di sandoqê de tûrikek û di tûrik de jî qotiyek heye. Li ser qotiyê hinek sembolên balkêş hene. Di nava sembolan de hejmara 13 li ber çavan dikeve. Di destpêkê de bala wê nakişîne lê bi demê re li ser difikire. Dixwaze bizane weteya wan sembolan çi ye û ji bo çi jê re hêlane lê êdî dayîk û babê wê çûne û nikare ji wan bipirse.

 

Marîn rojekê li dibistanê bi rêya hîpnozê diçe dema berê û tiştek dîrokî dibîne, serê wê tevîhev dibe. Ew ji xwe re dibêje “madem mirov dikare bi hîpnozê, dîrokê bibîne, wê çaxê ez jî dikarim bibînim ka ji bo çi dayîk û babê min ev tûrik dane çêkirin û danîne bankeyê.” Biryara xwe dide ku hîpnoz bibe û rastiya tûrik hîn bibe.

 

Ew bi rêya hîpnozê bi dû sembolên li ser qotiyê dikeve lê piştî demekê xwe di nava macerayeke ecêb a dîrokî de dibîne.

 

Tevî hemû zor û zehmetiyan ew terka lêgerînê nade û sond dixwe ku rastiya tûrik û ya wan sembolan hîn bibe. Lê rojekê di hîpnozê de tiştekî dibîne, jiyana wê ser û bin dibe. Nikare ji kesî re jî bêje ku di hîpnozê de çi dîtiye…”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
13 - Sireke hezar salî bijare3129
13 - Sireke hezar salî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.