Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal)

%21Daşikandin
790,00 TL
1.000,00 TL
Category
Stock Code
bijare2867
Yayınevi
Na Yayınları
Yazar
Beyhanî Şahîn
Sayfa Sayısı
500
Kitap Adı
Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal)
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
2021
Price
1.000,00 TL + VAT
Özet

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esye’ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwa pê ava kirine.

Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng yên dîrokî di derbarê Gāthā’yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gāthā’yên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên girîng di derbarê Ahuramazdā da daye.

Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kîjan wateyê dide, formên wê yên kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî yên fonolojîk zelal kiriye.

Pêra Beyhani Şahîn Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.

 

Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthā’yan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.

2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

3. Di beşa sêyem da hemî Gāthā’yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal) bijare2867
Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal)

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.