Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê

Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê

%20Daşikandin
167,20 TL
209,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare3301
Nivîskar
Kawa Nemir
Basım Yılı
2025
Ebat
13 x 19.5
Ziman
Kurdî - Kürtçe
Rûpel
112
Price
209,00 TL + VAT
In-stock Delivery
Özet / Kurte
Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, rê-şi’reke şa’ir Kawa Nemir a epîk e di nava salan (2012-2019) re zayî ji ava tenîsk a serekaniyên pak î zelal ên Kurdiya Kurmancî, ne ku bi tenê şi’ra rêwîtiyeke du şa’irên ‘eyan î Kurdên Kurmanc e, her wisa jî mişt e ji hurmet û siyaneta şa’irekî bo şa’irekî gewre yê zimanê me yê birîndar î di nava lepên kotik ên xwedî û xwedanên xwe de pinciriye... wekî tê de geh ‘mêjiyekî mêjûyî’ hatiye bi riya hildana nav û qewamên ku ji hêsiyên rêwîtiyekê de bi kêlên tenik ve carê têne xuyanê… wekî tê de ‘bedewiya zimanî’ hatiye bi riya Kur(d)manciya ku xwedanê qelema vê şi’rê (sî û pênc salan li cem xwe) bi nûbarî berevanî jê kiriye û bûye yek ji wan qûçdaneran û tixûbdaneran… wekî tê de hatiye aniye gotiye kurt û bi Kurmancî, “Şa’ir Arjen Arî yek ji wan gewreyên we bû ku we bi destên xwe yên ‘xwe-nemam’ bi saxî çe‘hl kirin”…
Lê belê şa’ir Arjen Arî, li ser navê û bi navê hevrêyên xwe yên xaseşa’irên xwedanxasenezer, dê berdewam bibe bi şi’ra xwe ya xas û bi duristkirina xewna qewmê xwe yê nedar û belengaz.
Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, şi’ra rêwîtiyeke bi salan berê berev Panosa Qerekilîsa Bakurê Kurdistanê – yek jê tevî xweliya Kurdistana xwe ya ‘ezîz bûyî û yek jê jî xweliya bedena wî jî dê venegere Kurdistana ‘ezîz – ya du şa’irên ‘eyan ên Kur(d)manciyê, bi sêwiran û xetkêşana nivîskar û hunermend Şener Ozmenî ve, li ser destê Weşanxaneya Avestayê, êdî tevî kelepora dêrîn a şi’ra Kur(d)manciyê ye!
Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê bijare3301
Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.