Bi Ser Kurdistanê De Seferên Temirlengiyan
KurteTemirleng dewleta xwe li Maweraûnehrê qasidi kir şûnde bi bakur de, bi rojava de, bi başûr de gelek seferên leşkeri pêk anîn. Eşkereye ku armanc û sedema van seferan talana xelkê bû. Kijan welat dewlemend bû û çavê wî dibirrî, bi ser wan welatan de diçû, dagir dikir, talan dikir, malê emanê werdigirt û komkuji pêk dianî.
Kurdistan û Rojhilatanavin pir dewlemend bû. Lê gerek ewili Xoresan, Sistan, Mazenderan, Kirman, Şiraz, Fars, İsfehan, Ezerbêcan û Lorîstan dagir bikira paşê Kurdistan, Sûriye, Ermenya, Gurciya û Anatolya. Hin Misir ji di rêzê de bû.
Temirleng di navbera salên 1380yî û 1404a de bi ser Rojhilatanavîn, Kurdistan û Anatolyayê de gelek seferên dijwar, talanker, komkujerî pêk anîn. Berêberê Xoresan û Sistan dagir kir, di pey re Mazenderan, Ezerbêcan û Lorîstan dagir kir. Paşê Faristan ji desthilatdarî de xist û dagir kir. Êdî rîya seferên Kurdistanê, Qafqasyayê, Iraqê, Anatolyayê û Sûrîyê amade bû. Emê bibînin ku di seferên xwe de nîvê pir li Kurdistanê geryayê.