Bîranînêd Mam Hejar ÇÊŞTÎ MICÊWIR
Di dewrana zaroktiya min de rêûresm li gundên Mukriyanê wisa bû: Roja cejnê hemû mêrên gund ê malxwê malê, diviyabû piştî xutbeya cejnê û nimêja cejnê, piştî hevhelalkirin û rûmaçkirinê selawetekê bi helbesta kurdî lê bidin. Vêca jî bi rêz rûnin û ji malên xwe xwarinê ji hev re bînin, bi hev re xwarina cejnê bixwin.
Dewlemend û yên halxweş birinc û qeysî, yan jî avgoşt ji wan re dihat. Hin ji wan hebûn feqîr bûn, girara şeîre yan xwarina feqîrane hebûn. Ew hemû cureyên xwarinê datanîn kêleka hev û hemûyan bi hevre ji xwarinên hev dixwarin.
Micêwrê mizgeftê menceleke xwe dianî, her çi ji ber wi xelki mabû, bi ser hev de dikir û ev jî eydaneya wi bû ku navê wê danîbû "çêstî micêwir".
Têkeliyeke ecêp bû, di nav mencelê de hebê birincê pişta xwe li hebê savarê didan. Hebê kismisên girarê, ber belav bûbû û her yek ji hebên wê li aliyekê ketibûn. Parçeyê hestiyekî -rojekê xwe li stara qusxaneya birincê daniye- vêga di nav savar û keskîna genim de xeniqiye! Min dît ew çîroka jiyana min e -ku piştî şêst û çend sal bi ser de dibore- rast bûye çêştî micêwir. Ne dema qewminan li bîra min maye, ne dikarim yekî li pey yekí bi zinciri vebêjim. Li hev ketiye û ez bi xwe jî nizanim bê kijan berî ya din bû. Lê dizanim min ew a ku nivisiye, yan min dîtiye, yan li min qewmiye yan ji devê dostên min ên rêwîtiye hatiye wergirtin.
Van tiştan giştan, hişt ku ez navê wê deynim "strikereng ". "Pûşê ber ba" ji te re bêjim ku hat bîra min ":Çêştî Micêwir" zêde minasib e.