Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD

%25Daşikandin
285,00 TL
380,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare953
Yayınevi
Dara
Yazar
Seîd Veroj
Sayfa Sayısı
352
Kitap Adı
Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD
Dili
Türkçe
Ebat
16,0 x 24,0 (cm)
Basım Yılı
2020
ISBN
978-605-06612-3-1
Price
380,00 TL + VAT
Kurte   

*Ev Pirtûk bi tevê orjînala ROJÎ KURD ve hatiye çapkirin.

Cemîyeta Hêvî, yek ji wan cemîyetan e ku di destpêka salên 1900î de ji layê xwendevanên Kurd ên li Îstenbolê hatîye damezrandin. Di nav rêza endamên wê yên damezranêr de ev lawên kurd hebûn: Xelîl Xeyalî (Modkî), Qedrî Cemîlpaşa (Dîyarbekir), Fuat Temo (Wan), Zekî Efendî (Dîyarbekir) û Memduh Selîm (Wan). Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Îstenbolê hatîye damezrandin û Umer Cemîl Paşa muweqeten ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hatîye wezîfedarkirin. Li gorî agadarîya Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî); wî û hevalên xwe bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî dest bi xebata damezrandina Komela Hêvî (Komela Xwendekarên Kurd) kirine. Damezrandina Cemîyeta Hêvî û xebatên wê, gelek tesîr li ser ciwan û xwendakarên kurd kirîye.


 

Bi rêvebirîya Komeleya Hêvî, di sala 1913an de çar hejmarên Rojî Kurd têne weşandin. Hinek mijar û pirsgirêkên girîng di nav rûpelên vê kovarê de hatine gengeşîkirin, ku îro jî ew gengeşî berdewam dikin. Cemîyeta Hêvî, piştî damezrandinê, di çarçoveya armanca komelê de dest bi weşandina kovara Rojî Kurd dike. Rojî Kurd, ji mehê carekî bi zimanê kurdî-tirkî tête weşandin û li ser hev çar jimar hatine çapkirin û belavkirin. Jimara yekemîn a kovara Rojî Kurd, di 6ê Hezîrana 1329 (1913)an de hatîye çapkirin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD bijare953
Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.