Lis

Cihûyê Xweşkok

%20Daşikandin
128,00 TL
160,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare1037
Yayınevi
Lis
Yazar
Elî Elmuqrî
Sayfa Sayısı
126
Kitap Adı
Cihûyê Xweşkok
Ebat
13.0 x 19.5 cm
ISBN
978-605-90141-0-6
Çevirmen
Ebdelah Şêxo
Price
160,00 TL + VAT
Kurte

Li gundê Rîdeyê yê Yemenî û di keftelefta dijberî û nakokîyên di navbera Misilman û Cihûyan de, di sedsala hevdehan de, Fatimaya Misilman ji Salimê Cihû yê sîpe hez dike. Quranê jê re dixwîne û wî fêrî zimanê Erebî dike, ew jî wê fêrî zimanê Îbrî dike. Têne givaştin di evîna hev û din de, lê ka reva ji dîwarên vederbûn, redkirin û nepejirandina "yê din"!


Di vê romana cihêwaz de, nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî me dikişkişîne ber bi qorzîya teng a "jibîrbûyî" ya pirrengîyê ve. Romana ku mijara cihêrengîya olî û arêşeya wê ya kêşedar hildigire destan, hewl dide ku pirsa nefret û nehezîya olî bi amyara Evînê bide çareserkirin.
"Sernivîseke balkêş ji romaneke serincrakêş re ku meriv li ber çîroka wê radiweste... Pêrgîneke bedew di navbera evîn û olê de, di navbera dil û aqilê merivan de; pêrgîneke ku bingeha rizgarîya merivanîyê ji tundûtûjî, kuştin û herifînê datîne. Meriv dibêje qey ev romana han gava ku dîrokê şirove dike, dixwaze pê re berê xwe bide dema niha di gelek welatên Ereban de…"

 

Romana ku hatiye wergerandin bo zimanên Fransizî, Îtalî, Îngilîzî...hwd, niha bi wergera Ebdelah Şêxo li ber destên xwînerên Kurd.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Cihûyê Xweşkok bijare1037
Cihûyê Xweşkok

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.