Çîrokên Gelêrî

Çîrokên Gelêrî

%22Daşikandin
187,20 TL
240,00 TL
Brand
Stock Code
bijare4101
Ziman
Türkçe
Rûpel
136
Ebat
13.0 x 19.5 cm
Basım Yılı
2026/İstanbul
Price
240,00 TL + VAT

Özet / Kurte

Demên berê dema çîrokbêj an jî stranbêj dibû mêvanê malekê yan jî gundekî, wê şevê cîranên wê malê bi hatina çîrokbêj an stranbêj re li malê kom dibûn. Dema çîrokbêj an jî stranbêj dest bi gotinê dikir, deng ji tu kesî dernediket. Hin çîrok ewqas dirêj bûn ku çîrokbêj heft roj û heft şevan digot, çîrok hê bi nîvî nedibûn. Jixwe çand, huner, urf û adetên civakan ji dîrokê bi riya devok, çîrok û stranan heta roja îro hatiye. Yanî em dikarin bibêjin çîrok û stran dîroka civakan a hezar salan li ser pişta xwe kiriye û gihandiye roja îro. Ji ber vê mirov çiqas bi baldarî çîrokan bixwîne an jî guh bidiyê, mirov ewqas dibe xwediyê zanîna rabirdûya civak û gelan.

Çîrok rastiya jiyana civakê ye.

Çîrok çanda civakê ye.

Heta çîrok û stran hebin jiyan û çanda wê civakê jî wê zindî bin.

Çîrok, dîrok û çand civakan nemir dikin.

***

Ez ji bo keda heval Evdila ya ku çîrokên gelêrî bi nivîsa xwe mayînde kiriye spasiyên xwe dikim. Ji ber ku tiştên bibin nivîs êdî mayînde dibin, nemir dibin û dibin malê civakê. Bi rastî çîrokên ku hatine nivîsandin, her ku mirov dixwîne ruh û bîra mirov dineqişînin…

Remezan Atabey

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Çîrokên Gelêrî bijare4101
Çîrokên Gelêrî

Recommend

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.