Deftera Mezin
Du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her xetereke ji derve tê ser wan rawestin.
Agota Kristof di romana Deftera Mezin de bi rêya ziman û şêwazeke pir sade û dûrî her xemilandinekê, rastiya şidet û tundiya jiyanê radixe ber çavan. Bi rengekî ne dûrî tecrubeya dîroka nêzîk a kurdan, nîşan dide ka çawa zarok pêşwext mezin dibin, mirov ji reh û nirxên xwe biyan dibin, dagîrkerî gelek caran bi tenê reng û rû diguhere û têldiriyên hidûdan dibin xeta di navbera jiyan û mirinê de.
Romana ku yekem xeleka Sêbareya Cêwiyan e, tevî Delîl û Derewa Sêyem, xelata baştirîn romana ewropî ya 1987an wergirtiye û bo zêdetirî çil zimanan hatiye wergerandin.
Deftera Mezin, bi wergera Ergin Öpengin, zêdebarî ziyafeta edebî, herwiha derfetek e ku em bêtir li ser rêçên vegêrana karesatên dîrokî di edebiyata kurdî de bifikirin. Deftera Mezin Deftera Mezin Deftera Mezin