Dema Pelên Titûnê
Stenbol, 1955… Ji kuçeyên kevnare yên Samatyayê ber bi Deşta Bişêriyê ve rêwîtiyeke nediyar… Xerîbo dema ku ji bo eskeriyê tê Batmanê, nizane ku ev ax ne tenê qada erkê wî ye; welatê koka wî, sirên veşartî yên bav û kalan e.
Li ber bayê Çemê Batmanê, di navbera pelên titûnê yên hêşîn de dengek bilind dibe. Ew dengê Zeko ye; qîza ser hişk, siwara bêtirs a ku serî li ber tu kesî natewîne. Li herê meke ku desthilatdariya axa û şêxan lê giran e, di dema quraftina titûnê de evînek zîl dide; evînek ku hem rê li ber eşkerekirina rastiyên kevn vedike hem jî sînorên mêrxasî û berxwedanê ji nû ve xêz dike.
Mihemed Seîd Temel, di vê romana xwe de xelkê herêmê, hezkirineke bêemsal û guherîna serdemekê bi zimanekî herikbar û şîrîn pêşkêşî xwendevanan dike. Dema Pelên Titûnê Dema Pelên Titûnê Dema Pelên Titûnê Dema Pelên Titûnê