Demsala Nan

%27Daşikandin
87,60 TL
120,00 TL
Brand
Stock Code
bijare2621
Yayınevi
Nûbihar
Yazar
Elî Eşref Dervîşiyan
Sayfa Sayısı
104
Kitap Adı
Demsala Nan
Dili
Kürtçe (Kurmancî)
Ebat
11.50 x 18.00 (cm)
Basım Yılı
2021
ISBN
978-625-73830-4-2
Çevirmen
Zülküf Ergün
Price
120,00 TL + VAT
Kurte

Dervîşîyan bi Demsala Nan dixwaze nûciwanîya Eşref raberî me bike. Eşref, Ekber û Esxer her sê birayên bi hev re mezinbûyî, di Demsala Nan de jî silavê li me dikin. Eşref her çiqas derbasî lîseyê bûbe jî hêj bi Ekber û Esxer re zarok, bi ruhê xwe re jî nûciwanekî aşiq, serhildêr, dilsoz û bê tirs e. Pêlên hez û evînê, pêlên fikr û ponijînê ji dil û aqilê Eşref dernayên di Demsala Nan de. Ew geh dibe evîndar, geh dibe şoreşvan, geh dibe hevalê Ekber û Esxer, geh dibe hevxemê dêya xwe. Eşref çiqas ji bavê xwe dûr e, hewqas jî nêzî dayîka xwe ye bi hest û gîyanê xwe mîna gelek nûciwanên Kurdan… Dê ji bo Eşref zarokatî ye, bav jî temenmezinî ango mezinatî…

Eşref nûciwanek e di navbera her duyan de, xwe ji hembêza bav bêtir davêje pêşa dê. Eşref bo me carinan behsa eşqa yekem û hîsa wê dike ku hema hema herkesî vê bi şikilekî tamijandiye û gelek caran jî veşartiye. Carinan behsa hesta mezinbûnê dike piştî ku bavê wî ji ber qaçaxçîtîyê tê girtin.

Esil gelek zarok, bi taybetî yên Kurdan weku Eşref zû mezin dibin. Carinan hêj nagihêjin tahma azadîya zarokatîyê, tu hew dinêrî tofanek bi ser wan de hatiye û êdî ew mecbûr in bikevin şûna bavê xwe. Eşref jî wisa ye di Demsala Nan de. Çi di Abşûranê çi jî di Demsala Nan de Dervîşiyan şêwaza xwe ya mîzahî jî nîşanî me dide. Ew jî baş dizane ku mîzah û rexne destebirakên hev in. Piranîya rexneyên wî yên ku bi çav û zimanê Eşref radigihîne me di nav hêma, metafor û honakên mîzahî de veşartî ne. Lê ne mîzaheke çêkirî… Mîzaheke heyî, mîzaheke realîst e ev.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Demsala Nan bijare2621
Demsala Nan

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.