Lis

Di Tarîyê De

%20Daşikandin
232,00 TL
290,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare2526
Yayınevi
Lis Yayinlari
Yazar
Bawer Ruken
Sayfa Sayısı
200
Kitap Adı
Di Tarîyê De
Ebat
13 x 19,5 cm
Basım Yılı
2021
ISBN
160-907-406845-2-3
Price
290,00 TL + VAT
Kurte

“Li ber kevîyên dawîn ên jîyanê meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.”

 

  Reşo K. piştî panzdeh salên di girtîgehê de, şeveke tarî digihêje gund. Tevî ku armanca Reşo K. xwespartina dîwarê mala bavê xwe be jî, ji nişkê ve xwe di nava çûn û hatinên ku ew tu wateyê nikare bideyê de dibîne. Nebûna mifteya mala bavê wî, nexweşîya Bapîr K., hal û rewşa seyr a keça meta wî, hezkirîya wî ya yekemîn, hewaya ku heta dawîya romanê di nava xewnereşkan de derbas dibe. Fikirîna mirin û nemirinê a ku Reşo K. her dem di nava du cîhanan de digerîne û bîra hişê wî ya ku di valayîyeke bê zeman û bê mekan de li ba dibe û bûyerên ku di seqayeke Kafkaeskî de pêk tên.

 

  Bawer Rûken bi romana Di Tarîyê De re berê şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe dide rêyeke nû. Di vê rêyê de wekî pêşengên berî xwe F. Kafka, S. Beckett, R. Walser derdê wî jî ne tenê vegotina çîrokekê ye, jê bi wê detir hemû xem û xweêşandina wî bi zimanê Kurdî derbirîna tehma metnekî pirhêlî, bêserûber û her wiha metnekî ku zû bi zû dê neyê xitimkirin e.  

      

  “Bawer Rûken, yek ji wan romannûsên ku ji bo min girîng e.” Yildiz Çakar


“Bawer Rûken, bi ziman û şêwaza xwe nîşanî me dide ku tu serdestî, tu pêkhate û tu kes dê nikaribe  ‘şopa ji me maye paqij bike.’”  Dilawer Zeraq

 

“Romanên Bawer Rûken pêjna gerdûnekê radigihînin nava min.” H. Kovan Baqî

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Di Tarîyê De bijare2526
Di Tarîyê De

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.