Durru’l - Mecalis

%20Daşikandin
176,00 TL
220,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare2903
Yayınevi
Avesta Yayınları, Weşanên Avesta
Yazar
Mela Mûsayê Hekarî
Sayfa Sayısı
248
Kitap Adı
Durru’l - Mecalis
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,5 × 21,5 cm
Basım Yılı
2024
ISBN
978-605-20034-7-3
Hazirlayan
Ramazan Pertev
Price
220,00 TL + VAT
Kurte

Li kêleka helbesta klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan, çîrok, çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi kurmancî jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî di dawiya sedsala 16. û di serê sedsala 17. de hatiye nivîsîn, yekem ji nimûneyên pexşannivîsiya kurmancî ye û herweha yekem ji wergerên kurmancî ye li ser binemaya hejmareke hikayetên farisî.

Erdnîgariya van hikayetan bi Îran, Hindistan, Turkistan, Erebistan, Kurdistan, Misir û Romê re eleqedar e weku Medayîn, Belx, Cihanabad, Herat, Şîraz, Nîşapur, Sîstan, Babil, Bexdad, Besra, Şam, Yêmen, Cizîra Mesqetê, Hîcaz, Cîde, Rom, Diyarbekir, Stenbol û wd navên bajaran tê de derbas dibin.

Di Durru’l Mecalisê de hikayetên wek “Silêman û Belqîsa”, “Sîmurx Anqa”, “Bayezîd Yildirim û Teymûrxanê Leng”, “Iskenderê Zîlqerneyn”, “Deqyanûs û Eshabê Kehf”, “Siltan Mirad û Genc Osman”, “Ferhad û Şîrîn”, “Ristemê Zal”, “Yûsif û Zilêxa”, “Mûsa û Firaûn”, “Dehhak”, “Hafizê Şîrazî û Şax Nebat”, “Hesen û Hisên”, “Bîjen Xanê kurê Çengîz Xan û Beraniyê Keçika Mitrib”, “Adem û Hewa”, “Siltan Mehmûd Xeznewî û Iyaz”, “Hatemê Tayî û Necaşî”, “Nemrûd û Hezretî Ibrahîm”, “Nûh û Tofan” jî hene ku hinek ji van ji aliyê naverokê ve varyantên cuda ne. Ji awayê nivîsîna Mela Mûsa diyar dibe ku asta wî ya edebî û bikaranîna wî ya hunera vegotinê bilind û serkeftî ye. Baweriyekê dide ku di serdema wî de tradîsyoneke pexşannivîsiyê di kurmancî de hebe. Di vê xebatê de ev berhem ji çend aliyan ve hatiye nirxandin û destxeta orijînal a bi elfabeya erebî hatiye latînîzekirin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Durru’l - Mecalis bijare2903
Durru’l - Mecalis

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.