Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî
Destpêka sedsala 2oan ji bo modernîzma Kurdi serdemeke gelekî giring e. Rewşenbîrên Kurdan jî, weki neteweyên din ên Osmanî, bi avakirina rêxistin û komeleyan, derxistina rojname û kovaran di nava vê modernîzasyonê de cihê xwe girtine. Di nav wan rewşenbîrên pêşeng de, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî (1890-1958), bi nasnameya xwe ya du-alî û berhemên xwe yên pêşeng, xaleke cuda û giring temsîl dike.
Hekarî, kesayetiyekî siyasî, ilmî û edebî ye. Wî mohra xwe li serdema hilweşîna împaratoriya Osmanî û damezrandina Komara Tirkiyeyê xistiye. Wî pêşengiya helbesta Kurdî ya modern kiriye û yekem şanonameya Kurdî ya modern, Memê Alan, nivîsiye. Ew, di xeta derbasbûna edebiyata Kurdî ya di navbera klasîk u modernê de, wekî nifşekî navin, bi gotin û pênûsa xwe piran ava dike.
Hekarî hem neteweperwerekî Kurd e hem jî ummetperwerekî Misilman e. Bi vê nasnameya xwe ya pir-tebeqeyî, wi di navbera fikriyata neteweperwer û ummetperwer de erka pireke damezrîner girtiye. Berhemên wî yên Kurdî (wekî di Jîn, Kurdistan û Serbestî de) û Tirkî/îslamî (wekî di Sebilu'r-Reşad û Ehl-i Sunnet de) vê piralîbûnê eşkere dikin. Jiyana Hekarî ne tenê çîroka takekeseki ye; ew di heman demê de wijdana serdemekê û bîra erdnîgariyekî ye.
Yek ji hêmanên bingehîn ên mîrasa Hekarî têgihîştina wî ya kûr a zimên e. Ji bo Hekarî, ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê wekî mekaneke hebûnê ye. Ji bo wi "ziman" te wateya "hebûn"ê. Hînkirina Kurdî, nivîsandin û pêşvebirina edebî ya Kurdî, di heman demê de wekî şêwazeke berxwedanê ye. Pirsên ku îro jî di helbest û nivîsarên wî de olan didin, pirsgirêkên bingehîn ên li pêşiya civaka Kurd a modern in: Nasname, ziman, bawerî, edalet, perwerdehî, azadî.
Ev pirtûk, berhevoka teblîxên Sempozyûma Kurdiyatê ya Navneteweyî ye ku ji aliyê Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê ve bi temaya "Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî" hatiye lidarxistin.
Pirtûk, kulliyata Hekarî ya piralî bi bergehên ji dîsîplînên cuda dinirxîne.
Analîzkirina rêzehelbestên wî yên Gaziya Welat li ser têgîhên netewe, ziman û aidiyetê.
Vekolîna Memê Alan wekî hilatina hunerên sehneyî yên Kurdi.
Ronîkirina otobiyografiya wî û destnivîsên wî yên nehatine weşandin.
Pirsîna têkiliya pedagojiya dînî û modernizasyonê bi rêya Eqîda Kurdan.
Ev berhevok ne tenê encameke akademîk e, le hewldaneke bîra rewşenbîrî ye ku berdewamiya mîrasa çandî ya Kurdî misoger dike. Armanc ew e ku edebiyat, hizr û dîroka Kurdî ji xwendinên yekalî derbas bike û avaniya wê ya pirzimanî, pirçandî û pirdîsîplînî eşkere bike. Ji bo têgihîştina pêvajoya veguherîna hizra Kurdî ya modern, zîldana hişmendiya neteweyî, veguherîna zimên a bo mekanekî nasnameyê û awayê avakirina mîtolojiya edebiyata KurdÎ ya modern, ev pirtûk çavkaniyeke bingehîn e. Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Mîrasa Wî ya Çandî