Ferhenga Kurdî Fransizî

Ferhenga Kurdî Fransizî

%20Daşikandin
720,00 TL
900,00 TL
Category
Stock Code
bijare4227
Nivîskar
Celadet Alî Bedirxan
Ziman
Kürtçe (kurmanci - Fransizî)
Rûpel
343
Ebat
13,5 x 21
Basım Yılı
2026
Price
900,00 TL + VAT

Celadet Alî Bedirxan (1893-1951), di nav tevgera neteweyî ya kurdan a nîvê pêşîn ê sedsala bîstan da xwedî cihekî taybetî ye. Wî, demekê ji bo serbixwebûn û azadîya kurdan xebata sîyasî kirîye. Paşê, ji zimanê kurdî ra xizmeteka mezin kirîye. Alfabeya kurdî ya bi herfên latînî amade kirîye, bi vê alfabeyê kovarên Hawar û Ronahîyê derxistine. Herweha çend kitêb nivîsîne û rêzimana kurdî amade kirîye. Di gel wan, ferhenga kurdî amade kirîye. Ferhenga wî ya Kurdî-Fransizî yek ji xebatên wî yên herî hêja ye. Ferhenga ku di destê we da ye, ew e. Beşa wê ya K-Zyê, di sala 1997an da Şîyarî (Harun Eliaçık) dabû min. Min ev beş, berê di kovara Vateyê da (hejmar: 1-18) weşandibû. Wê demê, berî weşandinê, ji bo ku şaşîyên çapê nebin min û J. Îhsan Esparî me bi hev ra kontrol kiribû. Piştî çend salan, beşa A-Kya vê ferhengê, keça Celadet Begî, Sînem Xanimê da min. Ev beş Ahmet Yalçinî ji nû ve nivîsî, bi vî awayî temamê ferhengê amade bû. Em bi destûra Sînem Xanimê vê ferhengê diweşînin. Ez gelekî spasî Sînem Xanimê, Şîyar, Espar û Yalçinî dikim, mala wan ava be.

M. Malmîsanij

 

DERHEQÊ VÊ FERHENGÊ DA ÇEND AGAHÎ

1. Di nivîsîna Celadet Alî Bedirxanî da hin bêje (kelîme) di cihên xwe yên

alfabetîk da nebûn, min ew li gor rêza alfabetîk rêz kirin.

2. Wî manaya hin bêjeyan nenivîsîbû, min piştî wan bêjeyan nîşana stêrkê

(*) danî.

3. Di nivîsîna wî da hin bêje xelet hatibûn nivîsîn. Wisa tê famkirin ku

ew bêje ne ji nezanîyê lê sehwen wisa hatine nivîsîn. Ji bo wan bêjeyan

min ev jêrenot (footnote) nivîsî: “Celadet Alî Bedirxanî ev bêje wisa

nivîsîye”

4. Çend bêje nehatin xwendin. Di derheqê wan da, min di jêrenotan da

agahî dan. Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Ferhenga Kurdî Fransizî Ferhenga Kurdî Fransizî Celadet Alî Bedirxan (1893-1951), di nav tevgera neteweyî ya kurdan a nîvê pêşîn ê sedsala bîstan da xwedî cihekî taybetî ye. Wî, bijare4227
Ferhenga Kurdî Fransizî

Recommend

*
*
*
ideasoft e-ticaret paketleri ile hazırlandı.