Lis

Folklora Kurdî

%20Daşikandin
268,00 TL
335,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare115
Yazar
Sadiq Bahaeddîn Amedî
Kitap Adı
Folklora Kurdî
ISBN
978-605-4497-66-9
Price
335,00 TL + VAT

Kurte

Folklora  netewekî  dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye.  Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja  Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî tîpên  Latînî hate kirin. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin,  devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin           

Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in.

Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji “Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin”. Tarîxa veguhastina wan salên 1960’î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.

Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin  bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne.  Ev karekter  tenê di kilamên çîrokî û destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî  pispor û lêkolîneran were.

Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.

Di dawiyê de Weşanxaneya Lîs bi munasebeta çapkirina Folklora Kurdî  rêzê ji  Sadiq Bahaeddîn Amêdî re digire û ew ê  ji bo kuliyata wî çap bike xebatên xwe bidomîne. 

 

Folklora Kurdî, Sadiq Bahaeddîn Amedî, , Folklor, 387 rp, Weşanxaneya Lîs,  Berfenbar 2013

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Folklora Kurdî bijare115
Folklora Kurdî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.