Lis

Gêjevang

%20Daşikandin
224,00 TL
280,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare117
Sayfa Sayısı
341
Kitap Adı
Gêjevang
Dili
Kurdî
Ebat
13 * 19.5 cm
Basım Yılı
Reşemî 2018
ISBN
978-605-9295-99-4
Price
280,00 TL + VAT

Kurte

Omer Dilsoz, vê carê bi romana xwe Gêjevang dikeve dora kanîya Kurmancîyê. Gêjevang, ‘zeman, mekan û qewam’ê di gêjgerînga ruhê xwe de dimeyîne û li kujîyên nepen ên gîyanê şikestî ji pirtik û pirçikên qewamên ji zeman û mekanên cihê cihê rûberekî ava dike û tîne di şikefta Gêjevangê diltenik de distewirîne. 

Gêjevang, lixwegerîna ruhekî berze a di nava sir û razên qewamên şikestî de ye. Di serî de meriv dibêje qey ‘her qewam’ bi serê xwe li dû bayê xwe diçe, lê pê re pê re mirov pê dihese ku her tiştî, di rêgeheke ruhrehwanî de têkilîyeke psîşîk bi hev re heye. Em, tu carê û li tu dem û dewrê ne bi serê xwe bûne; bi qasî ku em berdewama doya xwe ne, heman wext, em dûmayîka sibeya xwe ne jî.

Gêjevang, sing li kakila Kurmancîyê çikilandiye û heta kejîyê jêrehiş û bîra axa xwe daçikilîye. Bi Kurmancîyeke reşbelek, bîna herîya wê çikandiye û hilma wê hilgirtiye kezeba xwe

Gêjevang, heman wextî ger û gêjên zimên hingaftiye, geşt û kujîyên wî têk vedane û ji mirina xwe mirineke din çê kiriye. Wekî pelekî bi ber ba ketî di nava sir û sûrên dem û dewranên xwe de çerixîye û di gêjgerînga xwe de winda bûye. 

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Gêjevang bijare117
Gêjevang

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.