Lis

Guneh

%20Daşikandin
120,00 TL
150,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare143
Yazar
Qedrî Can
Sayfa Sayısı
98
Kitap Adı
Guneh
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
12,5 * 20,5 cm
Basım Yılı
2016
ISBN
978-605-92952-7-7
İlk Baskı Yılı
2007
Basım Bilgisi
2. Baskı, Çapa 2.
Price
150,00 TL + VAT

Di vê berhevoka çîrokan a bi navê “Guneh”ê de, nivîskarê nemir Qedrî Can pazdeh çîrokên cihêreng bi zimanekî nazdar û şîrîn pêşkêşî me dike.

Di xwendina berhemên Qedrî Can de, mirov tê dibîne ku Qedrî Can pêşengê nûjenîyê ye û wî bi rastî jî tefşoyê yekem di rêya çemê nûjenîyê de çikandiye; mirov digihîje wê bawerîyê ku ji nav nifşê serdema Hawarê, ê herî nêzî gîyanê ciwanîyê, niwênerê nûjenxwazîyê û dijminê klasîzmê Qedrî Can e. Ev yek hem ji şêweyê bikaranîna wî ya zimên û hem ji naveroka mijarên wî dîyar dibe.

Piranîya çîrokên Qedrî Can li ser rabihurîyê û dema zarokatîyê ne. Di çîroka “Serencam”ê de, nivîskar serpêhatîya xwe û birayê xwe Fethî ya zarokatîyê tîne zimên.  Di çîrokê de, nivîskarê me xwe wekî sûcdar û gunehkarê mirina birayê xwe dibîne ku em bi xêra vê çîrokê temenê nivîskêr jî dinasin.

Çîroka “Rovîyê xapînok” ji folklora Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên rovî ye, li ser pepûkî û çavpehnkirina kewk û çêçika mirîşkan e.

 

Di çîroka “Sehên Zozanan” de, nivîskar wekî ku serpêhatîya vê çîrokê jê re hatiye gotin dinivîse. Dibêje: “Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. Min, bi çavê xwe nedîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye…”

 

Bi zimanekî rewan û qelemeke zêrîn, pêşengê nûjenîyê û berdevkê kenegirîya zarokatîya xwe û me, Qedrî Can me di çivangeyên çîrobêjîya xwe ya hestyar de dizîzikîne.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Guneh bijare143
Guneh

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.