Lis

Handa

%20Daşikandin
179,20 TL
224,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare139
Yazar
Sîdar Jîr
Sayfa Sayısı
111
Kitap Adı
Handa
Dili
Kurdî
Ebat
13 * 19.5 cm
Basım Yılı
2018
ISBN
978-605-9295-96-3
Price
224,00 TL + VAT
 Kurte

Sîdar Jîr heta niha bi çîrok û nivîsên xwe yên ramanî derdiket pêşberî xwînerên kurdî. Vê carê bi berhemeke cuda û cihêreng va ye li pêşberî we xwîneran e. Berhema wî ya vê carê, Handa, herçiqas wek roman bê binavkirin jî, dîsa li ser hîmên çîrokî hatiye avavkirin û rengê wî yê çîrokbêjiyê dîsa jî diyar e.

Tiştê ku divê pêşiyê mirov der barê vê berhemê de bibêje ew e ku Jîr di vê berhemê de zimanekî xweş û sivik bi kar aniye. Ji aliyê zimên ve tiştekî ku xwîneran aciz bike tune ye. Dijberî vê yekê dê çêja kurmancî bi xwînerên xwe bide hîskirin.

Xaleke din a ku divê neyê jibîrkirin ew e ku berhem bi kodên kurdewar hatiye vegotin, kesên ku têkiliya wan bi paşxaneya kurdî re hebe ango çand û dîroka kurdî nas bikin dê bi hêsanî berhemê têbigihîjin û armanca nivîskar fam bikin. Mekan û motîf jî bi heman awayî kurdewar in. Kurt û kurmancî em dikarin bibêjin ku giha li ser koka xwe şîn bûye.

Ku em bên ser Handayê; ew bi xwe pepûk e, lê pepûkeke ku han dide. Têkiliya wê bi cîhana heyî re qut bûye. Lê dîsa jî rojê ji bo demeke kurt be jî tê ser hişê xwe û têkiliyê bib cîgeha xwe re datîne. Bi rêya neynikê xwe berî nav paşxaneya takekesî û civakî dide. Di dawiyê de em hem çîroka wê û hem jî çîrok û serpêhatiya gelekî qedîm hîn dibin.

Di Handayê de sindoq û kilîl hene li benda vekirinê. Êvar, şev û heyv… Çemek, çemekî ku hem diherike û hem jî şahidiya herikîna dîrokê dike. Kevalên ku dîroka arîn û dêrîn bi bîr dixin xwezî û daxwaza vedijînin… Pencere heye… Handa han dide ku di wê pencereyê de xwe bibîne. Xwîner jî dê di pencereya xwe de vê berhemê bixwînin, Handayê û handayan nas bikin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Handa bijare139
Handa

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.