Hawar

%20Daşikandin
760,00 TL
950,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare81
Yayınevi
Belki
Sayfa Sayısı
861
Price
950,00 TL + VAT
Kurte

Asas, tu pêdiviya “Hawar”ê ji pêşgotinan tune ye, ji ber ku “Hawar” bi xwe “pêş-gotin”ek e. Berê gotin hebû, ev gotin “Hawar” bi xwe bû.

“Hawar” destpêka Kurmancî, matrîs û malzaroka Kurmancî ye. “Hawar” bîra Kurdan e, dîroka Kurdan û arşîwa Kurdan e; Hawar, Mîr Celadet Alî Bedir-xan e. Ji ber vê girîngiyê wek weşanxane me hewl da weşana “Hawar”ê û me bîr û Hawara Kurdan anî ser axa Kurdan. Piştî hejmara dawîn a “Hawar”ê 70 sal derbas dibe, em “Hawar”ê li axa wê, li xwediyê wê, li Kurdên wê vedigerînin; armanca ji vê xebatê “vejîn”e.

“Hawar”ê li Şamê dest bi jiyana xwe ya weşanê kiribû, em wê tînin Amedê û tev kokên wê diçînin, êdî “Hawar” li mala xwe, li nav gelê xwe ye.

“Hawar” di pêvajoya salekê de amade bû, ji bo ku “ber”ekî baş ji ber bimaya em mecbûr bûn ku me ew bi destan binivîsanda, hemû “Hawar” bi destan hatiye nivîsîn, bi dehan hevalî li ser tîprêziya wê û her wekîdin aliyê wê kedeke pîroz daye. Em ji bo vê kedê gellekî spasî van hevalan dikin, hevalên ku keda wan ketiye “Hawar”ê ev in: Lokman Koçhan, Ba Qoserî, Bajar Mîrzeman, Fexrî Koçhan, Mehmûd Kûzû, Nurullah Cevheroglu, Rohat Rosî, Elî Nêçîrvan û Baran Bûlak, em dibêjin mala we ava.

*

“Hawar” wek fîlmekî mezin û dirêj kêlîk bi kêlîk pêşketina ziman û çanda Kurdî ji me re vedibêje. “Hawar” bi giştî 11 sal û 57 hejamaran derdikeve, ji hejmara 1’ê heta hejmara 23’yan di maweya salekê de derdikeve, lê ji hejmara 24’an heta hejmara dawî 57’an 10 sal serbas dibe, kovar sala ewil baş dest pê dike, lê bi dûre bêderfetî dev jê bernade, carinan bi salan weşana wê radiweste. Hejmara wê ya yekem di 15’ê Gulana 1932’yan de derdikeve ku ev dîrok ango “15’ê Gulanê” îro wek “Roja Zimanê Kurdî” jî tê pîroz kirin, hejmara dawîn 15 Tebaxa 1943’an e; 1943 sala herbê ye, di vê mêjûyê de Duyem Herba Cîhanê didome.

“Hawar” dibistana Kurdan e, dibistana Cegerxwîn’an, Qedrî Can’an û Osman Sebrî’yan e... “Hawar” destpêka neteweperwerî û rewşenbîriya Kurdan e.

*

Di weşana “Hawar”ê de heta ji destê me hat me hewl da ku em dilsojî ruhê “Hawar”ê bimînin, heta ji me hat me dest tiştekî neda, li gel ku me giş bi destan tîprêzî kir jî me reseniya wê her tim parast. Lê belê ji hejmara 1’ê heta hejmara 23’an ku dawiya van hejmaran bi Kurdî lê bi alfabeya Erebî bû me wek Kurdî-Latînî bi cih kir. Armanca Celadet’î ji serî de Latînîzekirin bû, lê ji ber ku di 1932’yan de kesî nizanibû bi alfabeya Latînî bixwenda wî ji mecbûrî çend rûpelên dawiya kovarê kiribû Kurdiya alfabeya Erebî, helbet îro ev mecbûriyet ji holê rabûye. Ji ber ku armanca Celadet’î alfabeyeke Latînî bû, me îro ev armanca wî bir serî û giş kir Latînî; wan salan kesî nikaribû bi xweşikayî bi Latînî bixwenda îro jî kes nikare bi xweşikayî bi alfabeya Erebî bixwîne, me ji ber vê yekê ev guherîn pêk anî.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Hawar bijare81
Hawar

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.