Helbest û Stranên Jinên Peştonî (Landayî)
Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî
Çima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?
Landayî Dengê Kê ye?
Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Herwiha ji bo em civaka efxanî ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin. Carinan nêrînên siyasî û rewşenbîrî gewhera gelan diyar nakin. Di Rojhilata Navîn de pir caran siyasetmedar û rewşenbîr di bin bandora hêvî û daxwazên xwe de hin nêrînan dinivîsin. Lewra hinekî dûrî helkewtê dikevin.
Di van helbestan de, em nêrîna jina Efxanî ya gelêrî li ser jiyan, civak, welat, penaberî û hinek mijarên din dixwînin. Bi taybetî li ser civaka nêrzayî ya êlî û ya misilmaniya tûndrewî Ev jin ne siyasetmedar in, ne rewşenbîr in; tiştekî ji dîroka civaka xwe nizanin. Ew bi sewdan û hestan zarokên dema xwe û civaka xwe ne; û dûvre endîşe û fantaziyên siyasî ne. Em karin bibêjin, ev helbest zimanê civaka helkewtî ne. Bi gotineke din, ev helbest seranser rewşa jinê ya nûdemî di vê civakê de û taybetiya serkêşiya wê didine xuyakirin.
Lê, berîya em derbasî kişwera-Memleketa helbestên landayî bibin, divê em bi kurtî gelê peştonî bi xwendeyan bidin nasandin.
Koka gelê peşton heya rojhilatê Îranê diçe ; bi zimanê peşton diaxive. Ev gel, ji rojavayê Pakistanê heya başûr û rojhilatê Efxanistanê berbelav e. Li hinek parçeyên bakur û rojhilata Efxanistanê jî heye. Li herêma Xorasanê ya Îranî, li Keşmîra di bin desthilatdariya Pakistanê de û li herêma Sind heye. Hejmara gelê peştonî li cihanê nêzikî çil milyonî ye. Li Pakistanê bi tenê li derdora bîst û pênc milyonan e; ango netewa li rêza duyan e. Li Efxanistanê rêjeya wan nêzî nîvê çil milyonî ye. Hinek çavkanî dibêjin ev hejmar dûrî rastîyê ye. Rêjeya wan, ji sedî çil û du ji gelê Efxanî ye.
Gelê Pişton û Tajîk di koka xwe de vedigere regeza Arî. Bi gotineke din Pişton biraderê Faris, Kurd û Tacîkan e.
Di çavkanîyên dîrokî de Efxanistan bi gora imparatorîyan navdar e. Ji bo di dirêjîya dîroka xwe de dijî nijdevan û imparatorên dixwestin Efxanistanê dagir bikin li ber xwe dida.
Ev gel, bi tevahî misilmanê sunnî ye, li ser rêgeha Îmam Abû Henîfe ye. Lê hinekî şî‘î jî li Qendeharê hene. Li derdora hezar cihuyên peştonî jî hebûn lê vê dawiyê koçberî Îsraîlê bûne.
Tê gotin, bapîrekî wan bi navê Qeys Ebdil Reşîd zemande bihîst, oleke nû li Girava Ereban derketîye. Ew hate bajarê Medîneyê û li ber destê pêxember Muhemed îslam bû. Paşê vegerîya Efxanistanê û Pakistanê.
Çar kurên wî peyda bûn. Wî kurên xwe bi ola îslamî perwerde kirin û şandin Sewat, Lahor, Miltan û Kwîta li Pakistanê ji bo xelkê vexwendî ola îslamî bikin. Peştonî vê efsanê di nav xwe de dibêjin.
Herwiha, civaka peştonî li gor gerdişên êlî û girşanên îslamî hatiye sazmendkirin. Lewra ew civakeke bi tevahî nêrzayî ye. Desthilatdariya mêr li ser jinê tûnd e. Mafên jinê li gorî êl û olê hema bibêjin nîne. Jin bi temamî koleya bav, bira, mêr û kur e.
Kultûra peştonî ne kevin e. Di çend sedsalên dawîn de ava bûye. Lewra bi ramanên ola îslamî hatîye ristin.
Beşa giring a di çanda Peştonî de dîlan, stran û muzîka gelêrî ye. Herwiha, nivîsbêjîyê roleke mezin di dîroka peştonî de nelîstîye. Pelgenameyên dîrokî despêka nivîsbêjîya peştonî vedigerînin sedsala şanzdehan a piştî zayînê. Paşê du helbestvanên peştonî yên navdar derketin. Yek Xoşhal Xan Xetek e (1613-1689) û yê din Rehman Baba ye (1632-1706). Nivîsbêjîya peştonî di sedsala bîstan de bi helbestên Emîr Hemze Şînwarî (1907-1994) li cihanê navdar bû.
Em karin bibêjin, haya jina Peştonî ya nexwende ji nivîsbêjîya efxanî tinebû.
Em dixwazin li vir bibêjin, helbestên landayî ne hewceyê şîrovekirinê ne. Ji bo helbestên devkî ne, bi ritmeke taybet in û wateya wan reva ye. Dê xwende bi xwe vê rastiyê wergirin. Giringîya van helbestan a yekê, mijarên xwe bingeha dozên civakê ne. A duyan nêrîna kesên di vê civakê de herî zêde jankêşîyê dibînin. Ango di van helbestan de êş û jankêşî diaxive, ne dîrok, ne siyaset û ne rewşenbîr. Muzîka van helbestan jî ne weke muzîka helbestên klasîk û yên nûjenî ye. Herwiha muzîkeke hundirîn a stranan e, herî zêde muzîka dîlanê ye. Ger em bibêjin muzîk êş, jan û şahîyên mirovan diyar dike, dê ev helbestên landayî ev muzîk be; lê êş û jana di van helbestan de hawara jina peştonî ya asan e.
Gava mirov van helbestan dixwîne, nizane endîşeyên wî didin şopa peyvan, hevokan, an jî didin şopa bangewazîya perîşaneke trajedî ya jinê. Xwende bihest dibe jina Efxanî di rihê xwe de dike zarezar. Weke jina kurd bi dîlokên xwe yên li ser evîndar û şehîdên welêt distirê. Ev Helbest weke gatên muzîkê ne. Li gorî nêrîna Beho Mecrûh danerên wan ne nas in. Lê bê guman jinên gelêrî yên ne xwendî ne. Em meyze dikin, jina peştonî bi van helbestan xwe di ser sînorê êl û olê re diafirîne. Xuya dibe, zordarî bi çi rengî be, nikare dengê azadîyê ker bike. Ji alîyekî din ve, ev helbestên beredayî ne, ji çavdêrîya desthilatdarîya civaka nêrzayî derbas dibin. Jinan ev helbest bi xwîna xwe xemilandine.
Beho Mecrûh dibêje, li ser kanîyan, li zevîyan, di ahengên bûkan de û di bazdanên gelêrî de jinên peştonî ev helbest distiran.
Mijara helbestên landayî, weke me li jor gotî, gelek in. Li ser evînê ne, li ser bindestîya jina di civaka peştonî ya êlî û îslamî de ne, li ser mêrê xwe yê kal ê li ber ciwanîya wê diçilmise, li ser mêrê xwe yê zarok ê tiştekî hîn ji cihana jinê nizane, li ser welatê ji cengan dernakeve û li ser Tişteke din a hêja em di van helbestan de dibînin, ew jî têkilîya taybet a jina peştonî bi sirûştê re, bi çîyan, deştan, newalan, daristan û çeman re ye.
Em dizanin, pêwendîyeke xwezayî di navbera jin û sirûştê de kevnar e. Ev pêwendî vedigere efsaneyên despêkê. Sirûşt bi taybetîya xwe daner e, serbixwe ye. Çi tê de peyda dibe û rewze dibe ew bi hêza wê ya hundirîn pêk tê. Jin jî weha ye.
Li gorî zanayîyên me yên dîrokî jin Yezdana cara yekê bû. Weha di efsaneyên kevnar ên Mezopotamyayê de tê gotin. Li ser yezdantîya wê civak ava bû. Mirovê despêkî bi çavên xwe didît, çawa zarok ji zikê jinê derdikeve cihanê. Bê guman mirov di vê qonaxê de bi sawêr û zanayîya xwe ya kawikî bû. Wî di endîşeyên xwe de ti Yezdan hîn neafirandibû. Lê li pêş çavên xwe didît çawa jin mirovan di zikê xwe de diafirîne. Herwiha gihîşte bawerîyeke asan ku jin afirîndêr e. Ji vê têgeha kawikî têgehnasîya Yezdanî di sewdanê wî de peyda bû. Lojîstika wî ya kawikî gelek hêsan bû. Jin zarokan diaferîne, dide mêtin, rewze dike û fêrî zimên dike, heta dibe mirovekî çalak. De çawa bi nêrîneke ne pîroz dê li jinê nenihêre. Ne bes weha jî... Mêran didît çawa gewdeyê jinê yê tazî bandoreke taybet li wan dike. Hestên nenas di derûna wan de peyda dike û bê vîn ew ber bi jinê ve diçin ji bo têkilîya zayendî pê re bikin. Ev têkilîya di wan demên kevnar de, ne lihevkirineke zimankî bû, belam lihevkirina hestan bû. Wê çaxê hîn desthilatdarîya sewdan li ser hestan hema tine bû. Mêrên despêkî li vê bandora jinê ya ganekî dinihêrîn weke li jinê hêzeke taybet hebe wan ber bi xwe ve dikişîne.
Herku zanahîyên mirovan berfireh dibûn endîşeyên wan jî berfireh dibûn. Lewra pêwendîya ganekî (zayendî) bû pêwendiyeke pîroz. Ta niha mirovê rojhilatî li hember têkilîyên ganekî lawaz e. Heta pêxemberê îslamî di jîyana xwe de ev rasti xuya kir.
Mirovan di wê qonaxa despêkî de, jin kirin Yezdan. Lewra em di hemû destanên kevnar de dibînin, Yezdanên ewil giş jin bûn. Îcar jin ne Yezdaneke di paş perdeyê de bû, weke Yezdanê olên giştgirî. Lê Yezdaneke li ber çavan bû. Afirandina zarokan jî li pêş çavan xwîya dibû.
Herwiha em karin teqez bikin, afirandin kargîneke hevbeş bû, di navbera jin û sirûştê de.
Civaka mêzayî bi afirandina jinê ve hat girêdan; a civaka nêrzayî bi hêza sitemî ya mêran ve hat girêdan. Jina desthilatdar sitemî li mêran nedikir; lê mêrê desthilatdar jin kire koleya xwe. Lewra em dibînin Yezdanên nêr giş sitemkarên mezin in; çi Yezdanên pûtperest in û çi Yezdanên olên giştgirî ne.
Bi kurtî, em dikarin bibêjin sitemîya civaka nêrzayî ji wê qonaxê heta niha bi berdewamî sitemê li jinê dike. Di civakên pêşketî, weke civakên ewropî, têgeha nêrzayî ber bi hilweşandinê ve diçe, lê ev têgeh li Rojhilatê hîn xort e û berdewam e. Îcar em meyze dikin, civaka nêrzayî bi her sê olên giştgirî, bi taybetî bi ola îslamî, zêdetirîn hêzdar û zordar e.
Ji wan demên kevnar heta niha jin, di nav tekoşînê de ye, ne ji bo desthilatdarîya civaka mêzayî vegerine, lê ji bo mêr wekhevîyê bi wê re bipejirîne.
Landayên jinên peştonî cureyeke vê berxwedanê ye. Ev jina gundî û nexwende dixwaze rêçika dîrokê sererast bike. Bêguman ew nedikare dîrokê bi paş de vegerîne. Herwiha tiştekê ji dîrokê nizane. Heta têgeha civaka mêzayî û nêrzayî jî nizane. Ew helbest û stranên xwe li ser jankêşîya xwe ya rojane dihûne. Lewra em meyze dikin helbestên wê ji dilê wê derdikeve û bê astengî derbasî dilê guhdaran dibe.
Rastîya ku jina peştonî dizane, ew di mala bavê xwe de kole ye û di mala mêrê xwe de jî kole ye. Ew carîya mêrê xwe ye û nabe ji koletîya xwe gazinan bike. Ev li gorî ola îslamî qedera wê ye.
Jina peştonî xwe dît û nedît, di civakeke êlî û yasageriya îslamî de dijî. Ev civaka bi tevahî li ser koletîya wê ava bûye. Bêguman ti pirsgirêkên wê bi sistema derbegî û yasagerîya îslamî re nîne. Lê ew bi kûrbînî aşkere dike, ev sistema xeynî sitema jinê tişteke din nahewîne.
Jana jina peştonî li vir bi dawî nabe. Herwiha nijdevanên biyanî; çi leşkerên Sovyêtî û çi yên Amerîkî rewşa wê zêdetirîn dijwar kirin. Ew sirgûn û penaber bû; ango ji koka xwe hat hilkişandin.
Di koletîya xwe de, di bin mêtingeriya nijdevan de, li sirgûn û peneberîyê ev jina peştonî ya nexwende bi helbestên xwe vê serdema me riswa dike. Ne bi diruşman, ne bi çekan, ne bi girî, a bi hawarên bûne hunereke gelek bedew, gelek hestdar û watedar.
Li dawiya vê beşê, em karin bibêjin, landayên jina peştonî nêzikî sofîgerîyê ne. Tiştekî hevbeş di navbera hestên sofiyan û yên jina peştonî de heye. Mirovê sofî di oldarîya xwe de pakîze ye; bi rihê xwe pakîze ye û di civakê de bi hewildanên xwe jî pakîze ye. Jina peştonî jî bi rih û hestên xwe pakîze ye. Lewra em teqez dikin civaka hestên vê jina pakîze binpêk dike ew civakeke di hemû warî de gemarî ye û divê were guhertin.