Lis

Her Du Jîyanname

%20Daşikandin
164,00 TL
205,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare144
Yazar
Selîm Berekat
Sayfa Sayısı
192
Kitap Adı
Her Du Jîyanname
Ebat
13 x 19.5 cm
ISBN
9786054497294
Çevirmen
Ji Erebî: Evdo Şêxo
Price
205,00 TL + VAT
Kurte

"Kulîya Hesinî" û "Ka Bilind Bike, Dengê Borezanê Heta Bi Dawîyê Bilind Bike…" Her du jîyannameyên nivîskarê Kurd ê Erebînivîs Selîm Berekat in ku bîrahatîyên zarokî û lawînîya Selîm Berekat; bîrahatîyên Bakurê; bakurê Sûrîyeyê; Binxeta welêt; Binxeta binxetbûyî, vedibêjin. Bûyerên van bîrhatîyan ji sala 1961'ê ve; dema hilweşîna yekîtîya di navbera her du dûgelan (Sûrîye û Misirê) de dest pê dike û diajo heta bi salên gêncîtîya Selîm Berekat (salên 1970'î). Jixwe ji wan Salan de, Selîm Berekat xaknîgarîya bîranînên xwe nedîtiye; ew xaknîgarîya ku wî êş û keserên xwe, ken û laqirdîyên xwe, ketin û rabûnên xwe ji pêsîrên wê mêtine. Selîm Berekat di van bîrhatîyên kenegirî (trajîkomedî) de, rewşa Kurdistanê bi gelemperî vedibêje. Ew bi rengekî wêjeyî çarenivîsa me ya ku me ew tu carî nenivîsîye, radixîne ber çavan.

 

 

Weşanxaneya Lîsê ku ji sala 2004'an û vir ve, xwe berdaye meydana wergerandina berhemên giranbiha ên wêjeya cîhanê, vê carê her du jîyannameyên Selîm Berekatê -vebêjerê jana Kurdan- bi wergera Ebdelah Şêxo pêşkêşî xwînerên berkeftî dike…

 

 

Bi hêvîya ku rojekê ji rojan, em bîranînên azadîya xwe, bîranînên xweşî û şahîyên xwe yên nîvçemayî; bi hêvîya ku em êdî hew bîranînên xwe wergerînin zimanê dayîka xwe, em vê gurza bîrhatîyan radestî xwînerên hêja û birûmet dikim.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Her Du Jîyanname bijare144
Her Du Jîyanname

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.