Lis

Hosta Hovannes - Berhemên Giştî 5

%20Daşikandin
112,00 TL
140,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare505
Yazar
Wezîrê Eşo
Sayfa Sayısı
69
Kitap Adı
Hosta Hovannes - Berhemên Giştî 5
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
Basım Yılı
2016
ISBN
978-975-90148-8-5
Price
140,00 TL + VAT
Kurte

Wezîrê leheng û vebêjê novela Hosta Hovhannês ê ku serborîya bavê xwe Eşo di ser pêwendîya bi Hostayê Ermen re raber dike, di heman katê de jîyana li dû koçberîya bi zor û zehmetî ya li Ermenistanê bi xwînerên xwe re par ve dike:

“Hosta Hovhannês hiz dikir ji bavê min re bêje: ‘Eşoyê min’. Cudatîya di navbera temenê her duyan de pir nîn bû: Çar pênc sal. Lê ev ferqa biçûk nikaribû bibûya sebebê wê yekê ku ew ji bavê min re bêje: "Eşoyê min"; eynî weke meriv ji lawê xwe re bêje. Eva yeka ji hizkirina mezin dihat ku ji ya sînorê hevaltîyê derdiket û derbaz dibû nava tixûbê xûn û qinêtê. Û eger em wê jî bigrin ber hesêb ku ew her du hogir ji nijad, ji miletê cuda bûn, hêja zelaltir wê bê tecrubekirinê ku ewana li hev mêze dikirin ne ku weke heval, hogir, dost û kirîv, lê bêtir, bira û yekî ji wana, xalê Hovhannês xwe weke birayê mezin didît û bavê min jî, birayê xwe yê biçûk. Min hêja tecrube kir ku bavê min bêbingeh, bêsebeb bi ser xalê Hovhannês de haqas nedikelîya û nedişewitî.”

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; bi novela xwe, Hosta Hovhannês raborîya Kurdên Êzdî yên li Ermenistanê bi zimanekî herikbar û bi vegotineke hestyar radigihîne pirtûkxaneya Kurdên li çarnikalê cîhanê

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Hosta Hovannes - Berhemên Giştî 5 bijare505
Hosta Hovannes - Berhemên Giştî 5

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.