Jîyaneka Berevajî

Jîyaneka Berevajî

Têbînîyên li ser jîyanekê
%25Daşikandin
217,50 TL
290,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare3922
Dil
Kürtçe
Sayfa Sayısı
144
Ebat
12,5 x 20,5 cm
Basım Yılı
2025
Price
290,00 TL + VAT

Kurte / Özet

Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn. Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan, li ber çavên me radixîne  û wan ji me ra deq dike.

Mezinê biçûkkirî. –Gotineka wan a pêşîyan dibêje, “Tiştê biçûk mezin mekin, tiştê mezin biçûk mekin.” Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye.

Masîyên bejî yan jî masî di golan da nabin hût. –Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût. Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin.

Rêya bêveger. –Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye.

Parsek. –Serdest, bindestan ji xwe kêmtir dihesibînin û wan tim hînî xwestinê dikin. Piştî wextekî, tiştê ku bindest bi xwe dikarin bi destê xwe bikin jî ji serdestên xwe dixwazin. Derfetên wan hebin jî destên wan vegirtî ne, ji xwe naxwazin û tim li benda serdestên xwe ne û dikevin rewşa parsekan.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Jîyaneka Berevajî bijare3922
Jîyaneka Berevajî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.