Kitêba Cilwe - Mishefa Reş

%20Daşikandin
120,00 TL
150,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare3137
Yayınevi
Avesta
Kitap Adı
Kitêba Cilwe - Mishefa Reş
Ebat
13 x 19.5
Çevirmen
Emîn Narozî - Fahriye Adsay
Price
150,00 TL + VAT
Özet

Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye. Tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne ku li mala êzdiyekî veşartî ye an winda bûye.

Ji 1880yan vir ve, kopiyên du deqên pîroz bi erebî belav bûn. Anastase-Marie ku yekem car Kitebên Pîroz ên êzdiyatiyê yên ‘resen’ çap kirine, di 1911an de nivîsandiye ku di ‘kitêbxane’ya Lalişê de qutiyek hesinî dîtiye, ku tê de orjînalên Kitêbên Pîroz ên êzdiyatiyê dihatin parastin. Wan wek kitêbên 33x22x7 cm, li ser çermê xezalê nivîsandî tarîf dike. Sê mifteyên qutiyê hebûye: yek bi Mîrê êzdî, Mîrê Şêxan re, ya duyemîn û sêyemîn bi serkirdeyên Lalişê û kitêbxaneya wê re bûye. Tenê ev sê kes destûra wan heye salê du caran kitêban vekin û wan bixwînin. Kitêbxanevanekî êzdî dûre ev kitêb dane wê. Berî bimre,ji Anastase re gotiye ku kitêbên êzdiyatiyê di eslê xwe de bi kurdî hatine nivîsandin û bi wehiyeke ji Xwedê bo êzdiyan hatine şandin. Wî jî îdia kiriye ku kitêb di qutiyeke ji dara gûzê de, di şikefteke li Şingalê binaxkirî de bûye û dûre ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin. Li gor wî, Cilvê li ser çermê tenîk ê pezkuviyê rûpelên parşomen, Mishefa Reş jî li ser ruloyên parşomen ên çermê pezkuviyê hatiye nivîsandin.

 

Di vê berhevokê de em didin ser şopa van kitêbên winda, ligel nivîseke Xanna Omerxalî ku vê mijarê ronî dike, me cih daye wergera “Kitêba Cilwe” û “Mishefa Reş” û “Nivêjên Êzîdiyan” ku di 1933yan de di nav weşanên Hawarê de çap bûye.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Kitêba Cilwe - Mishefa Reş bijare3137
Kitêba Cilwe - Mishefa Reş

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.