Lis

Korerê

%20Daşikandin
112,00 TL
140,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare160
Yazar
Brahîm Ronîzer
Sayfa Sayısı
93
Kitap Adı
Korerê
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
ISBN
978-605-90141-3-7
Price
140,00 TL + VAT
Kurte

Jîyan rêyeke dirêj e. Di vê rêyê de gelek korerê hene ku rêwîyên daye serê û hew dikarin jê vegerin. Di vê rêwîtîyê de bidestxistina mirazan gelekî kêm û zehmet e. Di têkçûnê de korerê, di tenêtîyê de, di evînê de, di hevaltî û dostanîyê de, li hemberî mirinê, di mezinbûnê de korerê her hene. Di her qadek û danekî jîyanê de korerêyek heye û kesê ku berê wî neketibiyê nîne.

Ev kêlîk û demên têkçûnê kakilê “Korerê”yê ne. Korerê li ser bingeheke melankolî lê ne melodramî hatiye lêkirin. Di “Korerê”yê de li gel çanda xwemalî, xwegihandina çîroka cîhanê jî wekî hewldaneke berbiçav toximên xwe reşandine. Yanî şêweyê jîyana herêmî û pejnên çandên dûr û berbelav hene ku ev hevkelijandin gelekî li bejna çîrokan hatiye. Şopên nîhîlîzma Beckett, fantaztîzma Borges, û hûrbijarîya çîroknûsên Tirk ên nifşê pêncî di çîrokên Brahîm Ronîzêr de hene.

Korerê ji kêlîkên jîyana nûjen pêk tê, ji kêlîkên mirovên bêhnteg û bi tenê. Ji wêneyên jîyana civakî û ya takekesî. Ronîzêr, van kêlîkan, bêhtir jî van êşan carinan wekî wêneyekî rengîn û carinan wekî wêneyekî reş û spî radixe ber çavan. Di vê rêwîtîyê de carinan guveguva bayê jîyana rasteqîn dibe melodîyek û tê guhên me û carinan jî der û dergehên asoyeke bêserûber li ber me vedibin; asoyeke hêmayî…

Korerê ji du beşan pêk tê; beşê pêşî yê “Korerê”yê ji heft çîrokan pêk tê, beşê duyem “Wêneçîrok” jî ji duwazdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên di “Korerê”yê de bi giştî kurt û sade ne, heta mirov dikare çîrokên di beşê “Wêneçîrok”ê de mînîmal jî bihesibîne. Her weha kurtebêjî taybetîyeke sereke ya van çîrokan e. Mirov dikare bibêje ku çîrok ji zêdebarîyan azad in, tu zimangiranî û zimandirêjî di çîrokan de peyda nabe. Di vê pirtûkê de her sê stûnên bingehîn ên hûnerê bi hev re tên avêtin: Resenî, azadî, afirînerî.

 Gava çîrokên “Korerê”yê bi rêzê bên xwendin, tehma jîyaneke ji zaroktîyê heta bi pîrîtîyê hevgirtî, tehma romanekê jî didin mirov. 

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Korerê bijare160
Korerê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.