Li Virê Siwar Li Wirê Peyar

%25Daşikandin
75,00 TL
100,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare941
Yazar
Omer Dilsoz
Sayfa Sayısı
248
Kitap Adı
Li Virê Siwar Li Wirê Peyar
Dili
Tirkî, Tirkçe
Ebat
13,50 x 21,0 (cm)
Basım Yılı
2024
ISBN
978-6257-568-67-8
Price
100,00 TL + VAT
Kurte

Roja çarê:

Ez, dayik û bavê xwe û ligel Ehmedê bira diçin Xanê. Qonaxa ber dilê min Kanîka Xidirê ye lê em heta Dûpirkê diçin. Li wir, em ji xwe re firavîneke xweş dipêjin, têr bêhna xwe vedidin û paşê vedigerin. Em ji Gûzereş heta bi Xanê bi pêyan diçin.

Her tişt rast bû, xweş tê bîra min. Vizeviza drone û herronan ser serê me bû. Me ew nedidîtin lê guveguva wan gelek xweş dihat. Wekî mêşa bi hundirê kundiran ketî, guveguv gelekî xweş bi ber guhê me diket. Gelo Ehmed dê çi nav li van firfirokên sîxurî bikira? Bi îhtîmaleke mezin wî dê bigota, “Te dî yên me bo teyarê jî navekî xweş darêtiye û gotiye ‘balafir’. Ev nav li bejn û bala zimanê me jî difesile. Nexwe ma çima em jî li gorî heman mantiqî navê ‘dîdefir’, ‘dîdefirok’ bi kar nebin? Heta li gorî navên kevnar jî em dikarin, tiştekî hêj otantîk peyda bikin. Te dî, di dastaneke Kurdî de, navê dîtinhezar heye. Çima em navekî ser vî binameyî lê neguncînin? Bo nimûne: dîtinfirok, çavê firinde...” Ez bi van xeyalan mijûl bûm, min dî dayika min got, “Berxê min, ez dibêjim em ji Dûpirkê bi wêdetir neçin dê bo me baştir be. Bila Kanîya Xidrê îro bimîne. Te dî ji spêda Xwedê ve ye, guveguva Çavê Esmanan e, li ser serê me digerin.” Ev navlêdanîna bi “çavê esmanan” bo drone û peykên ezmanî, nizanim çima, li cihekî di dilê min de, gelek kêfa min îna û min di naxê xwe de got, bi rastî jî her zimanî mucîzeya xwe ye.  

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Li Virê Siwar Li Wirê Peyar bijare941
Li Virê Siwar Li Wirê Peyar

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.