M Şerzad Hesen

%20Daşikandin
112,00 TL
140,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare770
Yayınevi
Avesta
Yazar
Şêrzad Hesen
Sayfa Sayısı
80
Kitap Adı
M
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13 x 19,5 cm
Basım Yılı
2011
ISBN
978-605-55854-7-1
Çevirmen
Ji Sorani: Besam Mistefa
Price
140,00 TL + VAT
Kurte

Yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û serketî Şêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Ji çîrokên di kitêbê de “Gula Reş” û “M” ji kitêba Şêrzad Hesen a bi navê Gula Reş, “Maleke ji avê” jî ji Pîre Perwaneyên Êvaran hatiye girtin. Kitêb ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Beşekji çîroka M

..nabêjim xaniyê xwe,niha ji vê “xwe”ya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im.Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemênafirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştînavan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekîdema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlavamin… Guh bide van hemû ‘min‘ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê‘min‘ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê ‘min‘ê sivik dibin, bêguman wêdijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibinbi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê ‘min‘ê jiziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji“Akademiya Kurdî” û navenda paqijkirina ziman bikin vê ‘min‘ê ji nav bibin. Wekpaşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrinvê ‘min‘ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe...

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
M Şerzad Hesen bijare770
M Şerzad Hesen

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.