Manga Sor Holikê Çêdike
Kurte
-Manga Sor got:
– A niha ez dixwazim holikekê ava bikim.
Te digot qey Qiriko şaş bihîstibu. Û got:
-Holikekê?
Manga sor bersiv da:
-Mûûû!.. Holikêk. Li ser vê darê.
Qiriko lê vegerand: – Li ser vê darê? Na, na, na!
-Tu mange yî, Manga Sor. Ka li pey min bêje:
Ez mangayek im. Mange hilnakişin ser daran û holikan ava nakin. De îcar bêje:
Manga sorl ê vegerand:
– A niha divê ez herim çakûç û mîxan bînim.
Li ser Manga Sor û Qiriko gelek pirtûk hene.
Yên ki hatine wergerandin:
Manga Sor xwe hêl dike.
Manga Sor xwe xîj dike.Rojbaş Manga Sor. Îcar çi bû ye?
Çima tu vê roja xweş di axur de yî?
Manga Sor bi dengekî hêdî got:
-Ez nexweş im.
Qiriko bi qîrîn got:
– Wey pûrtê min biweşe, te çi kiriye!
Wermeke mezin li eniya te çêbûye!
Manga Sor got:
-Erê, ka li vir binêre!
– Qirrr! Seran serê zikê te bandkirî ye, çi
bi serê te de hatiye?!