MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ û Mîrasa Wî
Çawa ku tê zanîn di pist her kari da rabirdûyeke dûredirêj heye ku di derketina vê xebatê da ger têkilî, hevkarî, dilsozî, şixulhezî ū jêhatibûna wan her du şexsiyetên xwedîxiret nebûna ewqas berhemên kurdî peyda nedibûn. Lewra em dizanin ku bi qewlê Feqiyê Teyran, "xiret karê mêran e" li herduyan tê. Belê, em behsa Mela Mehmûdê Bazîdî û Aleksandre Jaba dikin. Herçiqas Jaba di serî da wek wezîfe dest bi karê kurdolojiyê kiribe jî piştre bi dilxwazi-yeke mezin kurdî hîn bûye û li ser berhemên kurdî xebitîye û hinekan jî weşandine. Herçi Mela Mehmûd e bi gotina Ehmedê Xanî "mî marê dîwarê xwe ye û kedkarê mezin ew e. Ji bili karên berhevkarî, îstinsax û tertibkininê; bi tecrube û dinyadîtî û zanatî û seydatiya xwe gelek berhem ji telif kirine.
Herçiqas kesên ku bi ziman, edebiyat û çanda kurdî ra têkildar navê Mela Mehmûddê Bazidî (1797-1863 ?) û hevkarê wî Aleksandre Auguste Jaba (1801-1894) seh kiribe yan ji ji hinek berhemên wan agahdar be jî mixabin zêdetirê kurdan ew her du kedkarên gewre nas nekirine û ji xebatên wan ên giranbiha haydar nebûne. Lewma ji amanca sereke ya vê pirtûkê ew e ku xwîner serdema her du kesayetên giring baştir têbigihije û xebatên wan bi nêrîneke akademik û kûrtir binirxine. Li dor vê amancê, di vê pirtûkê hivdeh nivisarên cur bi cur cih digirin ku bi çavê dîrok, edebiyat, antropoloji, civak-nasi, ferhengnasî û zimannasiyê serdem û berhemên her du kedkarên kurdi nirxandine.
Em hêvî dikin ku ev xebata li ber destê we literatura Mela Mehmûdê Bazîdî û koleksiyona Jabayî gavekî pêş da bibe, niqaş û nërinën nú derbixîne û ji bo xebat û lêkolînên nû bibe çavkaniyeke baş; û herwiha bibe mînakek qenc ji bo xebatên ku bên kirin li ser Hugo Makas, Oscar Mann, Eugen Prym, Albert Socin, Ferdinand Justi, Peter Lerch, Martin Hartmann, Albert le Coq, Kari Hadank, Basil Nikitin û geleken din.