Mizgîna Azadiyê

Mizgîna Azadiyê

%27Daşikandin
167,90 TL
230,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijaare4014
Ziman
Kurdî
Rûpel
152
Ebat
13.50x21.00 cm
Basım Yılı
2025
Price
230,00 TL + VAT

Kurte / Özet

Mela Îmadedîn Gurdilî, di sala 1933an de li gundê Elebociyan ê li ser navçeya Farqînê hatiye dinyayê. Lê bavê wî ji gundê Kirîva yê Gurdilana Sêrtê hatiye; lewma mexlesa wî ya helbestî “Gurdilî” ye. Li medreseyên Kurdistanê ji gelek seydayên hêja ders wergirtiye. Sala 1960î ji Seydayê Mele Ebdulayê Sergewra îcaze girtiye. Nêzîkî 20 salan (1959-1978) li gundê Aqûba yê Bismilê (ku niha li ser Batmanê ye) melatî kiriye. Paşê çûye Diyarbekirê û êdî li wir di wezareta avadanîyê de xebitiye. Di sala 2020an de wefat kiriye.

 

Eşqa welat, di dema feqîtiya xwe de bi tesîra şê‘rên Cîgerxwîn pê re çêbûye. Lê xasma têkoşîna Mela Mustefa Barzanî û hevalên wî, fikr û hestên wî yên netewî geş û gurr kirine. Di sala 1958yê de dest bi nivisîna helbestan kiriye. Ji bil xebatên hunerî û ilmî, xebatên siyasî jî kirine; di sala 1965an de gava ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Tirkiyê ava bûye, ew bûye endam û digel çar havalên xwe şaxa Partiyê ya Batmanê vekiriye.

 

Seydayê Gurdilî, helbestên xwe bi wezin hûnandine. Ew xwe di helbestê de şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj dibîne. Wî li ser babetên cûrbicûr helbest nivîsandine; li ser têkoşîn û doza netewî, li ser evînê, li ser şînê, li ser roj û bûyerên girîng ên civakî, li ser karesatên bi ser miletê Kurd ve hatî, li ser navdar û şehîdên Kurdistanê û wd…

Dîwana wî ya yekem, bi navê Banga Yekîtî bo Azadî sala 2012an di weşanxaneya Nûbiharê de weşiyaye. Ev kitêba li ber destê we ya bi navê “Mizgîniya Azadî” jî dîwana wî ya duyem e.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Mizgîna Azadiyê bijaare4014
Mizgîna Azadiyê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.