Lis

Morana Gerdûnê, Bayê Labûte

%20Daşikandin
124,00 TL
155,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare171
Yayınevi
Lîs Yayınları
Yazar
Kawa Nemir
Sayfa Sayısı
141
Kitap Adı
Morana Gerdûnê, Bayê Labûte
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13 * 19.5 cm
Price
155,00 TL + VAT

Kurte

Çawa Andrêy Tarkovskî gotî, "Haîkû çavdêrîyên xwerû ne. Bi bêkilûkêmasîya xwe û rastbûna xwe ve dabîn dikin ku çavdêrekî/e qewî bêfesal jî bikaribe hest bi hêza helbestê û vê dîdemê bike, a ku nivîskar ji jîyanê zeft dike."

Weşanxaneya Lîsê haîkûyên Kawa Nemirê helbestkar, wergêr, nivîskar û edîtor li jêr navê Morana Gerdûnê, Bayê Labûte weşandin. Ev berhema poetîk a heftem a Kawa Nemir ji 300 haîkûyan pêk tê, hemû jî ji deftera wî ya haîkûyan a pêşîn hatine wergirtin û nivîskar, hunermend û rexnegirê navdar Şener Ozmenî jî bo vê berhemê çendek îlustrasyon çêkirine û bi vê yekê ve jî şewl û şîqaveke mayîn daye berhemê.

Haîkû şêweyekî helbestê yê Japonî ye û li hemû cîhanê gelek helbestkarên gelek wêjeyên ji yek û din cîyawaz her hez jê kirine û her tim hewil dane ku bi zimanê xwe haîkûyan binivîsin û heta niha li ba Kurdan jî ev şêwe her hatiye ceribandin, lê berîya vê berhema haîkûyan a Kawa Nemir, helbestkarê gewre yê Kurmancîyê Berken Bereh ev şêwe bi berfirehî ceribandiye û hemû haîkûyên wî bi salan berê di nava çapa hemû berhemên wî Dilê Min Palgeh e ji Işqê Re de hatibûne weşandin. Renge bête gotin ku Morana Gerdûnê, Bayê Labûte ya Kawa Nemir di warê haîkûyên bi Kurdîya bi Kurmancî de duyem gewretirîn teşebus e û çêdibe ku rêya li ber helbesta bi Kurdî xweş bike ku ew bi derfet û delîveyên xwe ve xwe li astên dîtir ên cîhanê biceribîne.

Bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku van haîkûyên Kawa Nemir ên ji gelî û newalên zimanê Kurdî zayî pêşkêşî xwînerên zimanê Kurdî dike, haîkûyên ku dibêjin:

 

            “Min girt nivîsî

            kulîlkvedana hişyar:

Çilkên gerdûnê.”       

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Morana Gerdûnê, Bayê Labûte bijare171
Morana Gerdûnê, Bayê Labûte

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.