Nameyên Nûredîn Zaza

%25Daşikandin
112,50 TL
150,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare378
Sayfa Sayısı
274
Kitap Adı
Nameyên Nûredîn Zaza
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.5 x 19.5 cm
Basım Yılı
2019
ISBN
978-605-80467-0-2
Hazirlayan
Mahmûd Lewendî, Nedîm Baran
Price
150,00 TL + VAT
Kurte

Ev nameyên Nûredîn Zaza ku wî ji Hoşeng Sebrî û Henreş Reşo re şandine, dema ku meriv dixwîne meriv dibine ku Nûredîn Zaza wek sîyasetmedar û ronakbîrekî kurd çiqas girîngî daye xebata di her warî de ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û çanda kurdî.

Bi weşandina van nameyan meriv aliyekî jîyana Nûredîn Zaza ya ji salên şêstî heta salên nadî nas dike. Meriv di nameyan de dibine ku Nûredîn Zaza çiqasî ji boz iman û çanda kurdî xebitîye. Her wiha zor û zehmetiyên wî yên aborî jî meriv dîsa van nameyan de dibîneku ji bo debara mala xwe kemançeya kurê xwe firotiye û alîkarî ji Hosheng Sebrî Xwestiye , birêz Hoşeng Sebrî jî alîkarîya wî kirîye.

Bê guman ne tenê Nûredin Zaza piraniya ronakîrên me yên ku xizmeta miletê xwe û çand û zimanê xwe kirine, rewşa hemûyan kêm-zêde weha ye. Lê divê em kurd her wext li wan xwedî derkevin, wan bibîr bînin, ji ber ku her yek ji wan kevirek e di dîroka gelê me de, di avabûna miletbûna me de.

Ji ber wê wek Weşanên Rûpelê em di vî warî de xwedî li ronakbirên xwe derdikevin û vê yekê ji xwe re wek misyonekê dibînin. Pişti weşandina bîranînên Îsmet Şerif Wanlî û Şerafettin Kaya, weşandina nameyên Nûredîn Zaza jî parçeyek ji vê misyona me ye.

Bêguman nameyên ku em di vê pirtûkê de diweşînin ji beşeke biçûk ya nameyên Nûredîn Zaza pêk tên. Em ê hewl bidin ku hemû nameyên ku Nûredîn Zaza ji gelek kurdan re şandine jî kom bikin û biweşînin. 

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Nameyên Nûredîn Zaza bijare378
Nameyên Nûredîn Zaza

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.