Lis

Neban

%20Daşikandin
80,00 TL
100,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare175
Yazar
Evdirehman Elçek
Sayfa Sayısı
93
Kitap Adı
Neban
Dili
Kurdî
Ebat
13 * 19.5 cm
Basım Yılı
Adar, 2017
ISBN
978-605-92957-1-0
Price
100,00 TL + VAT

Kurte

 “Neban” pirtûka Evdirehman Elçek a ewil e. Pirtûk ji donzdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên wî li perê jîyanê nasekinin. Em xeyal, demên borî, dilşikestinên xedar û jêrzemînên bêavmayî di van çîrokan de dibînin. Çîroka “Neban” navê xwe dide pirtûkê. Em ê di jîyana margîskekê de bîyanîbûneke trajîk bibînin. Bi vê çîrokê re jîyana rasteqîn tê ber serê me û em bêhizûr dibin. Di çîrokên din de jî ev rewş didomin. Em ê car caran di dinyayeke biçûk de bijîn û car caran jî di nava bajarekî mezin de xwe bigevizînin. 

Ew rewşên ku mirovan bêhizûr dikin ji nişka ve dertên li pêşîya me. “Divê tu jî mîna wan bûyayî.”  Lê ev ne mimkûn e. Qehremanên me naşibin tu kesan û ew bi zimanekî laloteyî dikin vixevix. Wê demê em fêm dikin ku ev laloteyî ji wan hêman û epîzotên Kafkaesk pêk tên.

Wext dibe mirov bi qehremanên çîrokên wî re hevaltîyê dike, wext dibe em dikevin devê kêrxencerekê û rexne li me tên kirin. Dema em piçekî ji jîyanê dûr dikevin, qerepereya şopan didin pêşîya me. “Bi şiqînîya wê mifteyê re ez diçim li nava meydanekê çik disekinim.” Em ê xwe bi qeretîyan ve bigirin û nivîskar dê ji me re bibêje;

“Şivan û gavanan ew her tim li ser rêyekî dîtin û ew ber bi welatekî xerîb dimeşîya û xwe bi xwe digot:  ‘Ezê bi êvarê re vegerim holika xwe.’ Lê mixabin ew qet tu carî venegerîya ser qula xwe. Ew çiqas meşîya, ewqas ji qula xwe dûr ket.”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Neban bijare175
Neban

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.