Nobedarê Gulên Kobanê

%20Daşikandin
80,00 TL
100,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare2922
Yazar
Mizgîn Ronak
Sayfa Sayısı
192
Kitap Adı
Nobedarê Gulên Kobanê
Dili
Kurmancî
Ebat
13,5 x 19,5
Basım Yılı
2018
ISBN
978-605-81395-0-3
Price
100,00 TL + VAT
Özet

Nobedarê Toza Gulên Kobanê romana Mizgîn Ronakê ye ku li ser şerê Kobanê nivîsandiye. Nivîskar, dînekî Kobanê; ku ew dîn di dema şerê Kobanê de bajar neterikandibû û heta dawiyê di nava şer de mabû, ji xwe re kiriye leheng û hemû bûyer û çavdêriyên wan kêliyên şer ji dev û derûniya wî dînî  ji xwendewanên xwe re ragihandiye.

 

Nivîskar, bi pênûsa xwe ya xurt, rastiya şerê Kobanê, wehşeta çeteyên DAIŞ’ê, lehengî û berxwedana şervanên Kobanê, rastiya civakî û berxwedana kurdan ya li ser sînor mîna tabloyekê radixîne ber çavên xwendekaran. Ev tablo carinan mirov dikenîne, carinan mirov digirîne û carinan tijî dilê mirov êş û jan dike. Pêre pêre hêviya serkevtinê dike aleke rengîn û di baxçeyê azadiya hêviyên mirov de li ba dixe.

 

Ya herî girîng ku ev berhem bi psîkolojiya dînekî hatiye nivîsandin, tevî ku her kêliyek di nava şer de ye û şer dijî, her tişt, her gotin, her tevger wisa masûm in, wisa mirovane ne mirov ber bi fikirandike din ve dibe. Mirov dike heyranê dînekî ji aqilan biaqiltir. Ango aqilê Dînê Kobanê pêşiya hemû kîn û nefretan digire û her tiştî bi masûmbûn û paqijiya mirovbûnê re pêşkêşî civakê dike.

 

Romana Nobedarê Gulên Kobanê berhemeke ku mirov di yek kêliyê de dixwîne û bi mehan xwe di nav de dibîne û ji hişê mirov dernakeve. Berhemeke hêjayî xwendinê ye ye Nobedarê Gulên Kobanê.  

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Nobedarê Gulên Kobanê bijare2922
Nobedarê Gulên Kobanê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.