Nûbihar Akademi 20

%5Daşikandin
95,00 TL
100,00 TL
Stock Code
bijare3535
Sayfa Sayısı
72
Kitap Adı
Nûbihar Akademi 18
Dili
Kurdî
Ebat
16.50 x 21.00 (cm)
Basım Yılı
2024
Ebat
72
Rûpel
16.00 x 24.00 (cm)
Price
100,00 TL + VAT
Özet

Ji Edîtorê Dosyayê! Ji Nûbihar Akademîyê merheba! Kovara Nûbihar Akademîyê gihîşt hejmara 20em û ev ji bo kovargerîya akademîk a kurdî destkefteke giring e. Herwekî tê zanîn ev demek e di nav kurdan da mijara rastnivîsînê tê gengeşekirin. Ji ber vê me xwest di vê hejmarê da em giranî bidin ser vê babetê û dosyayekê amade bikin. Bêguman xebatên akademîk ji devjenîya rojane dûr, bi rêbaz û argumanên zanistî tên kirin. Mixabin dema dor tê ser xebatên weha rawestanek û cangiranîyek çê dibe. Ji ber vê ji alîyê hejmarê ve zêde gotar nehatin û hêvîya ku me dikir bi cih nehat. Em hêvî dikin di hejmarên paşerojê da li ser vê babetê gotarên baş bên weşandin û bi rêya gotarên zanistî em bikarin hin kêşeyên vê qadê çareser bikin. Hawar ji bo rastnivîsîna kurdîya kurmancî ya bi tîpên latînî çavkanîya sereke û pêşî ye ku divê hertim li ber çavan bê girtin. Tevî ku Celadet Bedirxan normên rastnivîsînê destnîşan nake jî bi awayekî kirdeyî cihbicih dike. Lê di hemû mijaran da ji hejmara yekem heta dawî pêgirê heman norman nabe û car bi car ew bi xwe jî di hinekan da guherînan çê dike. Sevda Orak Reşitoğlu, di gotara xwe ya “Normên Rastnivîsîna Hawarê” da beşek ji van norman destnîşan dike û wan di bin sernavên alfabe, lêker, daçek, gireya nerênî, cihnava paşnûsek, gihanek, navên taybetî da gotûbêj dike. Mikail Bülbül, di gotara xwe ya “Prensîpên Amadekirina Ferhengeka Ortografîk ji bo Kurdîya Kurmancî” da li ser destnîşankirina prensîpên ferhenga ortografîk radiweste ku şaxeke giring a rastnivîsînê ye. Ji bo amadekirina ferhenga ortografîk avakirina lijneyeke biryarder û berhevkirina varyantên bêjeyan wek xebatên amadekarîyê dide zanîn û piştî wî cih dide prensîpên destnîşankirina ferhenga ortografîk a kurdîyê û ji bo vê “berbelavî, hevbeşîya dîyalektan, forma zimanê deynkirî, forma kurdîbûyî wek meylên sereke yên biryardanê berbiçav dike. Herî dawî di çarçoveya prensîpên morfolojîk û semantîk da behsa presîpên bêjeyên hevmana û bêjeyên varyant dike û ji bo her kategorîyekê bîr û rayên xwe dixe rû.

Cemil Güneş, bi gotara xwe ya “Xebatên Weqfa Mezopotamyayê di Çarçoveya Plankirina Zimanî de” li ser xebatên plandanîna zimanî ya Weqfa Mezopotamyayê radiweste ku di van salên dawî da karên giring dike. Güneş piştî ku behsa paşxane û astên plandanîna zimanî dike kurteyeke plandanîna zimanê kurdî raçav dike û li ser vê bingehê xebatên Weqfa Mezopotamyayê di bin sernavên plandanînên korpus, statu û wergirtinê da analîz dike.
Dosyaya hejmara 21ê (hejmara yekem a sala 2024ê) ya Nûbihar Akademîyê dê di bin edîtorîya Dr. Hemin Omar Ahmadî da li ser babeta “Edebîyata Soranî di Sedsala XXem da” bê amadekirin. Bêguman derîyê kovarê ji bo babetên cuda ên qada xebatên kurdî ra jî vekirîye. Bimînin di nav xêr û xweşîyê da. Doç. Dr. Zülküf Ergün Edîtorê Dosyayê

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Nûbihar Akademi 20 bijare3535
Nûbihar Akademi 20

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.