Payîza Peyvê

%20Daşikandin
112,00 TL
140,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare80
Price
140,00 TL + VAT

Ji kîşweran payîz e niha!

bo wê yeke

Sal him bi him zeman pîr dikin.

Heyv li kevan e geh, geh roj li ava

Bi kêlî û saet, roj û şev, bi av û hewa

Dem kal, ez pîrekal, zeman lal

Delalê, ji kîşweran payiz e niha!

 

Payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din

Kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet

Û roj dê raneweste li te bo nebe şev;

Roj derew, şev derew, zeman nakeve xew…

Demsal e… ji kîşweran payîz e niha!

 

Siltanê herwext e, kî ye ne hêsirê zeman

Qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman

Aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve

Ne serî ne binî bi hêminî diherikî li vê

Çemek dimiçiqe herhal… ji kîşweran payîz e niha!

 

Li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev

Deh cild roj, deh cild şev dê bene ser hev!

Li şûna temenekî tu ê çi bikî ji tomarek pel?

Rûnî bisojînî wan yeko yeko

Tu yê temenê min û xwe bisotînî,

Tu ê rojekê jî venegerînî ji zeman!

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Payîza Peyvê bijare80
Payîza Peyvê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.