Plandanîna Zimanê Kurdî

Plandanîna Zimanê Kurdî

%30Daşikandin
280,00 TL
400,00 TL
Stock Code
bijare3545
Nivîskar
Zülküf Ergün
Basım Yılı
2025
Ebat
13.50 x 21.00 (cm)
Ziman
Kurdî
Rûpel
376
Price
400,00 TL + VAT

Kurte / Özet

Plandanîna zimanî plandanîna paşeroja neteweyan e û asta plandanîna zimanî asta pêşketin û xurtîya neteweyan nîşan dide. Hevgirtina zimanî û nasnameyî herçend mîrateke pêşîyan be jî alîyekî wî yê vînî heye ku mirov di serdemekê da dikarin bi çêkirina rayeke giştî ya navçeyî yan şêwezarî rêçika xwe ya nasnameyî biguherînin. Plandanîna zimanî bernameya vîn û vîzyona paşeroja neteweyan e.

Ev xebat bizav dike ku dîroka xebatên plandanîna zimanê kurdî berbiçav bike û bi taybetî jî li ser xebatên du dezgehên giring ên zimanê kurdî raweste ku ew jî Korî Zanyarî Kurd û Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ne. Eger em ji hewldanên plandanîna zimanî ya pêşîyên xwe û ji zarên din ên zimanê kurdî sûd wernegirin û nikaribin nerîteke hevbeş çê bikin dê hewldanên me bi tu awayî arîkarîya hevgirtin û nêzîkkirina zar û şêwezarên zimanê kurdî nekin û negihîjin armanca xwe.

Ji alîyê din ve eger em benikên ziman, edebîyat û çanda kurdî di çarçoveya nerîteke hevbeş da bi hev xurt nekin û ji wan werîsên xurt çê nekin dibe ku di paşerojê da ev benik ji hev biqetin û parçebûn yan mirineke yekcarî pêk bê. Ev xebat ji vî alîyî ve beşdarî û piştgîrîdaneke dilsozane ye ji bo bizavên xurtkirina nerîta zimanî û xeyala hevgirtina zimanî ya paşerojê.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Plandanîna Zimanê Kurdî bijare3545 Plandanîna Zimanê Kurdî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.