Lis

Qirme - Berhemên Giştî 4

%20Daşikandin
148,00 TL
185,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare196
Yazar
Wezîrê Eşo
Sayfa Sayısı
149
Kitap Adı
Qirme - Berhemên Giştî 4
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
Basım Yılı
2016
ISBN
978-975-90149-7-7
Price
185,00 TL + VAT
Kurte

Mirovên Sosîyalîst ên bi navê xwe yê sere pêşîn Çeka û dû re bi navê xwe yê KGB’ê ku li ser navê pergala Sosîyalîstîyê dam û dezgehên wê ava kirine, bi dek û dolaban sere gelek endamên xwe xwarine û ji bo ku erza wan binpê bike gelek xefik li ber wan danîne. Yek ji wan kesan jî Tîtal e ku weke berpirsîyarê komsomolan li gundê Êzdîyan ê li Ermenistanê bi dil û can xebatan dimeşîne. Jina wî ya bi navê Gezo jî ku bi pênc zimanan dizane û ji bajarê Tîvlîsê hatiye bi Tîtal re zewicîye, li ser dîtina Koçoyanê Çekayê dilbijînekê pê re çêdike ku ew ji bo daxwazên xwe yên şexsî û nefsî qaşo ji bo meşandina pergala hevalê Stalîn, ling davêje ber mêrê wê. 

“Tîtal, -ewî di dilê xwe de got- xizmeta vê dewletê bike. Min haqasî xwe dayê, xwe êşand, îcar bû çi? Kê şêkirand? Kê tu xelat kirî? Bi girtin û sirgûnkirin? Bavê min î feqîr, mezinan belkî rast û heq gazin ji vê dewletê dikirin, lê ez jî di dilê xwe de bi ser wan de diqehirîm. Wan feqîran bi heq îtbara xwe bi vê dewletê, karmendên wê nedanîn. Ez îro rastbûna dîtin, ramana wan li ber çavên xwe dibînim. Ez îro bixwe bûme dîl û êxsîrekî karmendekî ji wan karmendan, ez ê ku min haqas ked kir di ber vê dewletê de da.“
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê Kurd ê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê; bi romana xwe, Qirme destpêka avakirina pergala Sosîyalîstîyê li Ermenistanê û êşên xelkên Kurdên Êzdî yên li ser wê axê bi awayekî dîtir raber dike.

 

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Qirme - Berhemên Giştî 4 bijare196
Qirme - Berhemên Giştî 4

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.