Lis

Reşoyê Darê

%20Daşikandin
80,00 TL
100,00 TL
Category
Brand
Lis
Stock Code
bijare199
Price
100,00 TL + VAT

Helbestvanê gewre mamoste Cegerxwîn, di romana Reşoyê Darê de hostetiya xwe ya pexşanê nîşan daye. Seydayê Cegerxwîn bi rasteqîniya civakî, hişyarbûna cotkar û gundiyên Kurdistanê pel bi pel qeyd kiriye. Axa û şêxên ku bi alîkariya cendirmeyên dewletê pişta gelê xwe dişkînin, mêrxasên berxwedêr bi pênûsa Seyda, mîna deqên reş li dîroka wêjeya me hatine nivîsîn: “Ev hezar sal in ko karê wan ev e, mêran dikujin, jinan direvînin, xaniyan dişewitînin, gundên xelkê li ser xwe tapo dikin. (...) Axayê filan gundî ji paş ve birayê xwe kuşt, yekî bavê xwe kuşt û yekî apê xwe kuşt û pismamê xwe kuşt, yekî yazdeh mirov di xaniyekî de şewitandin.”

 

Hostayê mezin Cegerxwîn, pirr biwêj û gotinên pêşiyan di vê romanê de, bi şarezatiyeke mezin li pey hev rêz kirine. Reşoyê Darê ku di 1965an de li Şamê hatiye nivîsîn, bûye yek ji pêşengên wêjeya Kurdî ya di bin tesîra Sosyalîzmê de: “Bes e ev hezar sal in ku em ji va re stûxwariyê dikin, serê me dişikînin, bêşê me distînin, li dor namûsa me digerin, dijmin berdidin ser çavên me. Binêrin! Em li ku Stenbol li ku? Romî ji wir tên malê me li vir, li welatê me, li Kurdistanê dixwin, me dikujin, me talan dikin. Tev ji ber vê berberiya Axa û Bega û Şêxan e.”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Reşoyê Darê bijare199
Reşoyê Darê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.