Rêwîtiya Erziromê

Rêwîtiya Erziromê

%20Daşikandin
144,00 TL
180,00 TL
Brand
Stock Code
bijare3544
Basım Yılı
2025
Ebat
13 x 19.5
Ziman
Kurdî / Kürtçe
wergêr
Têmûrê Xelîl
Rûpel
72
Price
180,00 TL + VAT

Pûşkîn rêwîtiya xwe ya ji Moskowê ber bi Kafkasya, Ermenistan û Serheda welêt; û bûyerên Şerê Rûs-Tirkan ên salên 1828-29an bi hûrguiî û wêrekî vedibêje. Rêwîtî di heyameke giran a siyasî de pêk hatiye û Pûşkîn bi qaçaxî derbasî xaka Osmanî bûye, û hilbet ev çûyina bêyî destûr ji nezera tazarê (çar) rûs Nîkolayê 1em nereviye û xwestiye wî bi hepskirinê ceza bike.

Ev gernameya balkêş cara pêşîn di sala 1836an de çap bûye, bi teswîrên bêqusûr, zindî û fikrên kûr li ser şer, çand û siyasetê raber dike. Pûşkîn nêrînên romantîzekirî yên Rojhilatê di ber çavan re derbas dike, lêgerîneke fewqalade û sêwirandî li ser hevkirin û cihêrengiya nasname û erf-edetan pêşkêş dike. Xebat wisa jî emperyalîzma rûsan rexne dike û çavdêriyên şexsî yên Pûşkîn radigihîne.

Giringiyeke din a vê berhemê jî ew e; Pûşkînê humanîst, li deşta Araratê ji salmezinekî êzdî derheqa dîn û baweriya wan pirsiye û çend melûmat jê hildaye û di nivîsara xwe de cîwar kiriye.

Ronahîditina vê “rewîtiyê” bi zimanê kurdî ciyê kêfxweşiyê ye, retorîka vegotina wê ya modern û krîtîka wê ya kubar wê ber dilê xwendevanan de bihê û ji wan re bibe îlham.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Rêwîtiya Erziromê bijare3544
Rêwîtiya Erziromê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.