Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2
Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2
Berhem ji du cildan pêk tê. Li gorî belgeyan Memed Beg (Memo Kurdî) û Nadir Beg (Nadir Necdet) fermandarên serhildana Geliyê Zîlan in û ji hêla Ihsan Nûrî Paşa ve hatine erkdarkirin. Rêwîtiya komê ya bi armanca tevlîbûna tevgera Gilîdaxê (Çiyayê Agirî-Ararat) ji cihê lê hatine mişextkirin (Qeyseriyê) dest pê dike. Di komê de Kor Hiseyn Paşa, pênc lawên wî, neviyekî wî, xwerziyekî wî û Hecî Mûsa Begê Xoytkî cih digrin. Ji komê tenê Nadir Beg û Memed Beg xwe digihînin Gilîdaxê. Hecî Mûsa Beg di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dide.
Di vê berhema bi zimanê romanê hatiye nivîsîn de hemû kesên navê wan derbas dibin, bûyerên qewimîne, agahiyên tên dayîn yek bi yek rast in û xwe dispêrin belge, lêkolîn û şahidan. Axaftina Memed Begê ya ji du kasetan pêk tê behsa rêwîtiya çûyîna Gilîdaxê û serpêhatiya ligel malbatî jiyane dike.
Li gorî vegotina Memed Begê koma wan bi armanca biçin beşdarî tevgera Gilîdaxê bibin ji Qeyseriyê direvin xwe digihînin Sûriyê. Li wir dibin endamên Xoybûnê. Hiseyn Paşa ligel koma xwe hewl dide biçe Gilîdaxê… Ji rêwiyan tenê Nadir Beg û Memed Beg xwe digihînîn Gilîdaxê. Ev herdu kes wek fermandar li herêmê Geliyê Zîlan tên erkdarkirin…
Di cildê yekemîn ya vê xebatê de Memed Beg û Nadir Beg ligel endamên malbatê çawa şandine mişextê, reva ji Qeyseriyê, cihgirtina nav Xoybûnê, hewldana ji Sûriyê xwe gihandina Gilîdaxê, rêwîtiya heta Hostekara gundekî herêma Geliyê Zîlan cih digre. Di cildê duyemîn de jî şehadetên pêk hatine, çalakiyên hatine kirin, têkçûn û tevkujiya hatiye jiyîn, derbasbûna Îranê, jiyana di girtîgehan de… cih digrin. Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2 Rêwîtiya Fermandarên - Gelîyê Zîlan 1-2