Rêya Jiyanê - Binemala Qasimlo Re u Rişe Lig û Şaxên Wê

%20Daşikandin
208,00 TL
260,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare514
Yazar
Hesen Şetevî
Sayfa Sayısı
303
Kitap Adı
Rêya Jiyanê - Binemala Qasimlo Re u Rişe Lig û Şaxên Wê
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.5 x 21.5 cm
Basım Yılı
2019
ISBN
978-605-22466-1-0
Çevirmen
Ji Farisî: Kakşar Oramar
Price
260,00 TL + VAT
Kurte

“Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de, di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê.

Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmiyê çi bûn, peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetiya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû?

Agahdariyên Dr. Șetevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimaniya wî, kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goraniyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne.

Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdariyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmiyê, li ser jiyana civakî ya vê herêmê, li ser “saga”ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat.”

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Rêya Jiyanê - Binemala Qasimlo Re u Rişe Lig û Şaxên Wê bijare514
Rêya Jiyanê - Binemala Qasimlo Re u Rişe Lig û Şaxên Wê

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.