Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî
Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan
AGAHÎ
Berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya giranbiha, Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û dîyalogan pêk dihê, yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî da cih girtîye. Di vê pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene. Karê nirxandin, latînîzekirin û sadekirina vê berhemê ji hêla akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Oztirkî ve hatine kirin.
Ji koleksîyona dîrokî ya Aleksandre Jabayî, Rêzimana Kurdî ya Mela Mehmûdê Bazîdîyî Nirxandin, Metîn (latînîzekirî, sadekirî), Faksîmîle