Ristemê Zal

Ristemê Zal

%27Daşikandin
277,40 TL
380,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bijare3643
Basım Yılı
2025
Ebat
13.50 x 21.00 (cm)
Ziman
Kurdî
Rûpel
392
Price
380,00 TL + VAT

Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.

Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî Ristem, zîrweya pêlewaniyê ye.

Xurşîd Mîrzengî jî di biçûkiya xwe de ji malbat û cîranên xwe 3 çîrokên Ristemê Zal guhdarî kirine, ta mezinbûna xwe jî di bîra wî de mane. Rojekê li Parîsê ew û dostekî xwe li ser mîtolojiyê qise dikin. Xurşîd behsa çîrokên Ristem û zarokiya xwe dike. Dostê wî dibêje: “Te nivîsîne?”

Ev pirs, dibe sedem ku Xurşîd bi pey çîrokên Ristem bikeve. Ewil çîrokên di hişê xwe de dinivîse. Paşê li Awrûpa ji civaka me ya penaber 14 çîrokan kom dike û di sala 1999an de çap dike.

Di sala 2010an de ji Awrûpa tê welêt. Piştî çend rojan mayina li Diyarbekirê, sefereke dirêj dike; ji Nisêbînê dest pê dike, diçe bajar û bajarokên wek Cizîr, Şirnex, Erûh, Sêrt, Bedlîs, Tetwan, Wan, Miks, Mûşê, Çewlig, Elezîz û vedigere Diyarbekirê. Li Mûşê, salixên çîrokbêjekî digre ku mala xwe bar kiriye Çeneqelayê. Ji Diyarbekir diçe Çeneqelayê, wî jî dibîne.

Xurşîd bi bîneke fireh, bi qasî bîst kusûr salan vê xebata xwe ya Çîrokên Mala Zalê wek 45 çîrok dikemilîne. Di warê edebî de, bêyî guherandina naveroka çîrokan, bes wan tîmar dike, uslûba vegotina wan li gor terzek modern diguherîne û dixemilîne.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Ristemê Zal bijare3643
Ristemê Zal

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.