Riştey Mirwarî

Riştey Mirwarî

%20Daşikandin
280,00 TL
350,00 TL
Category
Brand
Stock Code
bija3551
Ebat
13,5 x 21,5 cm
Ziman
Kurdî - Kürtçe
wergêr
Şehab Xalidî
Rûpel
328
Price
350,00 TL + VAT

“Qewmên din hertiştek gotibin û nivîsîbin, çi baş çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin. Lewra min jî çiqas serpêhatî û şîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe.”

‘Elaeddîn Secadî

 

“Riştey Mirwarî” yek ji wan berhemên binirx û dewlemend ên ‘Elaeddîn Secadî ye, ku ew hikayetên ji zimanê xelkê bihîstine, tev kom kirine û wêjeya devkî ya neteweyekê ji tunebûnê parastiye. Riştey Mirwarî qala rewşa serdemên curbicur, şêweya jiyana gundiyan û şêweya serederiya beg û axayan bi re’iyetan re û herwiha serpêhatiyên pêkenok lê di heman demê de pir ders û şîret jî dike.

 

Serpêhatiya wergera kitêbê jî dikare li hikayetên berhemê zêde bibe. Şehab Xalidî, wergêrê kitêbê dibêje: “Heyamek bû min dest bi wergera ‘Riştey Mirwarî’ kiribû. Rojekê (Pêşnîvroya 28ê îlona 2022an) ez mijûlî wergerandina hikayetên xweş û pêkenokên vê pirtûkê bûm, ku ji nişkê ve dengekî bihêz ez veciniqandim. Dema ku min derî vekir û çûme derve, min dît kampa me (Kampa pêşmergeyên PDKÎ) bi giranî tê mûşekbarankirin. Mixabin çend hevalên me şehîd ketin û rewşa awarte hate ragihandin û wê rewşa awarte zêdetir ji salekê dom kir.”

 

“Riştey Mirwarî” mîrata giştî ya kurdan nîşan dide. Yek jî şahîkayên edeba kurdî ye. Ji bo naskirina civaka kurd, divê bê xwendin.

Be the first to comment on this product!
You can use the suggestion form to submit feedback on the product's price, image, description, or any other insufficient areas.
Thank you for your feedback and suggestions.
Riştey Mirwarî bija3551
Riştey Mirwarî

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.